Li Til Hemîsê şehîd Ehmed Îsmaîl hate oxirkirin
Şêniyên bajarê Til Hemîsê di merasîma oxirkirina şehîd Ehmed Mihemed Îsmaîl de peyamên dilsoziya bi şehîdan re dan.
Bi sedan şêniyên bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê, endamên partiyan, rûspiyên êlên Ereb, hêzên leşkerî, li goristana şehîdan a li rojavayê bajêr kom bûn û şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Ehmed Mihemed Îsmaîl ê di encama nexweşiyê de 7`ê Îlonê şehîd bûbû, oxir kir.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xalid El Nayif axivî û sersaxî da malbata şehîd. El Nayif wiha domand: "Şehîd Ehmed, mîna bi hezaran şehîdan, qebûl nekir ku ev ax bê dagirkirin. Ji bo ewlehiya gelê xwe li eniyan bû."
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya QSD`ê Egîd Omer jî teqezî biberdewamirina têkoşînê û belavkirina ewlehiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got: "Ji bo têkbirina planên dagirkeran û hewldanên derxistina fitneyê, divê gelê me yek be."
Hevserokê Desteya Olî ya bajarê Til Hemîsê Mutez El Enter destnîşan kir ku ola îslamê banga parastina axê û namûsê dike û yên di oxira her du rêyan de dimirin şehîd bi nav dike.
Dûre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiyê de girseyê şehîd spart axê.
(şx)
ANHA