Di êrişa Mexmûrê de 3 jin birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker careke din wargeha penaberan a Mexmûrê bombebaran kir, di encama êrişa hovane de 3 jin ji deng û hêza wê bandor bûn.
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker saet di 17:05’an de malek li wargeha penaberan ya Mexmûrê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên Rojnews, di encama êrişa hovane de 3 jin bi navê Gulê Ozek, Edîbe Paksoy û Ezime Kabul ji deng û hêza guleya balafirê bandor bûn.
Li gorî agahiyên hatine standin, rewşa jinekê nebaş e rakirin nexweşxaneyê kirin.
Xelkê Mexmûrê li ber derê nexweşxaneyê rawestiyaye.