Dîdargeha 7'emîn a Tebqayê ya Wêjeyî dest pê kir

Dîdargeha 7'emîn a Tebqayê ya Wêjeyî bi dirûşma "Wêje dîrok û jiyan e" bi beşdariya 40 kesayetên wêjeyî û rewşenbîrî yên ji seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hat organîzekirin.

10 îlon 2024   16:54
TEBQA

Dîdargeha 7'emîn a Tebqayê ya Wêjeyî bi dirûşma "Wêje dîrok û jiyan e" li ser dika şehîd Mesna Ebdulkerîm a Tebqayê li dar ket.

Di dîdargehê de 40 kesayetên wêjeyî û rewşenbîrî yên ji seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hundirê Sûriyeyê beşdar bûn. Her wiha şêniyên kantona Tebqayê, nivîskar, helbestvan û bi dehan rewşenbîrên herêmê, nûnerên Rêveberiya Xweser a kantonê û deste û meclisên wê, beşdar bûn.

Di serî de nivîskar Usama Ehmed bi navê komîteya amadekar diyar kir ku wêje wîjdan û bîra gelan e.

Hevserokê Desteya Çandê ya kantonê Elî El Elaya jî teqezî bi girîngiya xurtkirina wêjeyê di jiyana mirovan de û xurtkirina têkiliya wêjeyî ya di navbera wêjevanan de, kir.

Her wiha, hevserokê Meclisa Rêveber a kantonê Ehmed El Omer lidarxistina vê çalakiyê pîroz kir û destnîşan kir ku ew ji bo parastina çanda wêjeyî û helbestî ya herêmê girîng in.

Di dîdargehê de sînevîzyonek li ser romanên romannivîsa wefatkirî Fewziye El Merî hat pêşandan û malbata wê hat xelatkirin.

Her wiha nameya dîjîtal a nivîskarê Skotlandî Shaun hat xwendin. Shaun di nameya xwe de wiha gotibû: "Ez bawer im demokrasiya li herêmê pir girîng e, tiştê ku we kiriye, ji bo ji nû ve sazkirina demokrasiyê ya li dijî kapîtalîzmê, nimûneyeke girîng e, ew nimûne ji bo cîhanê ye jî. Serkeftina we serkeftina me ye."

Piştre koma Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê stran gotin.

Her wiha gelek wêjevanên beşdar wek Sefer Îsa, Xêredîn Merî, Mihemed Ebdo, Ebdulqadir Hemê, Ehmed El Yûsif û Buşra Mensûr helbest û çîrok xwendin.

Tê pêşbînkirin ku dîdargeh 3 rojan li ser dika şehîd Mesna Ebdulkerîm a kantonê di sibeh û êvarê de bidome.

(mh)

ANHA