'Bêyî fikrên Rêber Abdullah Ocalan aştî nayê pêkanîn'

Mafnas û siyasetmedaran diyar kir ku fikra ku karî azadî, demokrasî û wekhevî di navbera hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk bîne, ew ê bikare ewlehiyê ji tevahî cîhanê re jî pêk bîne.

'Bêyî fikrên Rêber Abdullah Ocalan aştî nayê pêkanîn'
10 îlon, 2024   03:10
MINBIC

Pêwistiya gelên cîhanê bi aştiyeke rastîn a li ser bingeha demokrasî û hevdu qebûlkirinê heye. Çavdêran diyar kir ku bêyî fikrên Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî tu rê ji bo ewlehî û aramiya cîhanî tune ne, ji ber ku wî bi biratiya gelan nexşerêya aştiya cîhanî danî.

Parêzer Îbrahîm El Maşî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan xwedî kesayeteke şoreşgerî ye, banga aştiyê dike û şer naxwaze.

El Maşî wiha domand: "Dewletên cîhanê bi rêya siloganên derewîn ên aştiyê berjewendiyên xwe pêk tînin û di bin maseyan re jî komkujî û şeran pêk tînin."

El Maşî diyar kir ku ji bo pêkanîna aramiyê li seranserî cîhanê pêwistî bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser bingeha jiyana hevbeş heye.

Endamê Partiya Nûjen a Demokratîk a Sûriyeyê Îbrahîm El Osman diyar kir ku ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan e û got: "Di navbera dewletên Ewropayê yên ku banga demokrasiyeke îdiakirî dikin û herêmên ku demokrasiya rastîn bi rêya fikrên Rêbertî dijîn de, cudahiyeke mezin heye."

El Osman destnîşan kir ku yê ku karî azadî, demokrasî û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk bîne, ew ê bikare ewelehiyê ji tevahî cîhanê re pêk bîne.

Hevseroka rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Minbicê Meha El Hac wiha axivî: "Ji ber pergala ketober a ku modernîteya kapîtalîst bi pêş xistiye cîhan di aloziyekê de dijî. Rastiyek heye dibêje ku li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn diqewime. Rêbertî jî di pirtûk û parêznameyên xwe de behsa şerên heyî kiribû."

Meha El Hac diyar kir ku piştî analîzkirin, kûrkirin û xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan em dibînin ku ji bilî projeya neteweya demokratîk tu rêbazên çareserkirina şerên heyî tune ne. Di vê projeyê de jî civakeke demokratîk, exlaqî, siyasî û ekolojîk a azad ku tê de rola jinan pêşxistî be, tê avakirin.

(mh)

ANHA