Meclisa Jinan a Minbicê konferansa xwe ya 2'yemîn li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Minbicê konferansa xwe ya 2'yemîn li dar xist. Di konferansê de endamên meclisê, berdevka wê û cîgira berdevkê hatin hilbijartin.
Di çarçoveya lidarxistina konferansa 2'yemîn li ser asta 7 kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Minbicê konferansa 2'yemîn bi dirûşma "Têkoşîna me garantiya şoreşa jinê û avakirina Sûriyeya demokrat e" li dar xist.
Konferans li hola Minbicê ya navenda bajêr bi beşdariya endamên Meclisa Jinan a Giştî ya partiyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a kantonê, meclis û xetên sivîl, endamên Meclisa Leşkerî ya Jinan û partiyên siyasî li dar ket.
Di konferansê de hevseroka Navenda Çand û Hunerê Roz Îshaq rewşa rêxistinî û meslekî ya Meclisa Jinan a Giştî şîrove kir û rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn û bandora ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe, axivî.
Her wiha, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk lidarxistina konfernasa 2'yemîn pîroz kir û wêneya şehîd Hevrîn Xelef pêşkêşî sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê kir.
Di konferansê de Beyan Remedan wekî berdevka jinan a meclisê û Ayşe Ebdulqadir wekî cîgira wê hatin hilbijartin. Her wiha 27 endamên Meclisa Jinan a Giştî ya kantona Minbicê hatin hilbijartin.
Di dawiya konferansê de encamname wiha hat daiyrkirin:
- Xebitîna li ser xurtkirin û hişyarkirina jinan di aliyê siyasî de
- Berfirehkirina hîma girse ya jinan a partiyê.
- Xurtkirina têgeha hevjiyana azad ji bo pêkanîna wekheviyê di navbera herdu zayendan de.
Tê zanîn ku Meclisa Jinan a partiyê konferansa xwe ya 2'yemîn li kantonên Cizîrê û Tebqayê li dar xistibû. Çaverê ye ku di rojên bê de li kantonên din were lidarxistin.
(mh)
ANHA