Li Cerablusê şer derket: 2 çete hatin kuştin

Li bajarê Cerablusê yê dagirkirî di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer derket, di encamê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li Cerablusê şer derket: 2 çete hatin kuştin
10 îlon 2024   22:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Qurunful ê gundewarê bajarê Cerablusê yê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, di navbera çeteyan de şer derket, bi wê re gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin.

Hat diyarkirin ku sedema derketina şer kuştina ciwanekî li gundê Qurunful bi destê çeteyên′Nobetdarên Sînor′ bû. Çeteyan cenazeyê ciwan avêtin pêş Nexweşxaneya Xendore yê Cerablusê. Bi wê re çeteyên din êriş bir ser nuqteyên çeteyên ′Nobetdarên Sînor′.

Li gorî agahiyan, çeteyan çekên sivik, giran û guleyên hewanan bi kar anîn û di encamê de 2 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

(fr)