Şandeya Sûriyeyê Hakan Fîdan protesto kir

Di civîna Konseya Wezîrê Karên Derve ya Yekitiya Ereban de kêliya ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diaxivî, şandeya Sûriyeyê ji civînê derket.

Şandeya Sûriyeyê Hakan Fîdan protesto kir
10 îlon 2024   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku wezîrên karên derve yên dewletên ereban li hev civiyan û xalên ku dê nîqaş bikin diyar kirin, civîna 162’yemîn a Konseya Wezîrên Karên Derve ya Yekitiya Ereban li navenda wê ya li Qahîreyê dest pê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî tev li civînê bû. Piştî 13 salan ango ji sala 2011’an ve cara yekemîn e ku tev li civînê dibe. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diaxivî, şandeya Sûriyeyê civînê terk kir. 

Piştî ku şandeya Sûriyeyê civîn terikand, di navbera endamên Yekitiya Ereban de nîqaşên li ser rola Tirkiyeyê ya li herêmê carek din dest pê kir.