Xebatên 6 mehan ên Desteya Tenduristiyê

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê di çarçoveya plansaziya xwe ya nîvê salê de gelek proje pêk anîne.

Xebatên 6 mehan ên Desteya Tenduristiyê
10 îlon 2024   06:10
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Desteya Tendurustiyê ya Kantona Cizîrê ku ji bo pêşxistina qada tenduristiyê li herêmê di nava hewldanan de ye. 

Di 6 mehên destpêkê yên îsal de 337 hezar û 167 nexweş çûn navend û nexweşxaneyên girêdayî Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê û ji hezar û 192 emeliyet hatine kirin.

Deste li Dêrik, Qamişlo û Hesekê gelek nexweşxane û navendên tenduristiyê bi rê ve dibe.

Di bin sîwana Gerînendetiya Tenduristiyê ya Qamişloyê de nexweşxaneyek û 7 navendên tenduristiyê, Navenda Rezonansa Magnetîk, Navenda Diyalîzê, Navenda CT û Banka Xwînê hene. Gerînendetiya Tenduristiyê ya Dêrikê jî nexweşxaneyek û 7 navendên tenduristiyê bi rê ve dibe ku li gundan û bajar in. Girînendetiya Tenduristiyê ya Hesekê jî çavdêriyê li 3 nexweşxaneyan û 16 navendên tenduristiyê dike.

Li nexweşxane û navendên tenduristiyê yên li kantona Cizîrê xizmetên dermankirin, mamografî, testên labratuwarê, dermanên bêpere, tupên oksîjenê û înkubator ji bo zarokên nûbûyî tên pêşkêşkirin.

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Measîr El Ebas diyar kir ku li kantona Cizîrê çend nexweşxane û navendên tenduristiyê hene ku xizmetên destwerdana lezgîn, derman û testan didin welatiyan.

Measîr El Ebas diyar kir ku li van nexweşxaneyan bi beşên xwe yên wekî hestî, jin, zarok û neştergeriya giştî emeliyet tên kirin. Di heman demê de test û rontgen û derman bê pere tên dayîn.

XEBATÊN NÎVÊ YEKEMÎN Ê ÎSAL ÊN DESTEYA TENDURISTIYÊ

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Measir El Ebas têkildarî xebatên desteyê yên 6 mehên destpêkê yên îsal ev agahî dan: "Li Nexweşxaneya Gel a Hesekê stasyona oksîjenê hat avakirin, bankeke xwînê hat berfirehkirin, beşa telasîmiyayê hat vekirin, li tevahî nexweşxane û navendên tenduristiyê dermanên rewşên awarete û dermanên din hatin belavkirin. Her wiha desteyê dest bi avakirina nexweşxaneya welidandin û zarokan kiriye. Plansaziya sala 2025’an jî hatiye amadekirin."

Têkildarî dermanên rewşên awarte, Measîr wiha axivî: "Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî kantona Cizîrê ji ber êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker, bi taybetî yên li ser binesazî û qada tenduristiyê, di rewşeke seferberî û şer de ye. Desteya Tenduristiyê ji ber îhtîmala rûdana şerekî derman û alavên pêwîst dabîn dike û li depoyên desteyê belav dike."

Desteyê 7’ê Gulanê ragihandibû ku dê li taxa Cemaya ya Qamişloyê nexweşxaneyeke welidandin û zarokan ava bike. Nexweşxane dê ji 3 qat û pêvekeke ku qada wê 2 hezar û 800 metredam e, pêk tê. Desteyê diyar kiribû ku dê avakirina nexweşxaneyê nêzî salekê dewam bike.

Dê li nexweşxaneyê 100 text, beşên welidandinê, sezeryanê, zarokam, înkubator û zarokên nûbûyî hebin.

Measîr El Ebas diyar kir ku projeya avakirina Nexweşxaneya Welidandin û Zarokan ji sedî 35-40 pêk hatiye û avakirin dewam dike.

Her wiha Measîrê got: "Desteka derve ya ji bo nexweşxane û navendên tenduristiyê yên girêdayî Desteya Tenduristiyê li gorî kantonên din kêm e. Li aliyekî din êrişên dewleta Tirk ên domdar ên li ser qadên tenduristiyê bandoreke neyinî li budçeya tevahî beşan dike."

Li ser ferq û cudahiyên xizmetên Desteya Tenduristiyê û navendên taybet didin jî Measîr wiha axivî: "Di aliyê buhayê dermanan û xizmetan de ferq û cudahiyeke mezin heye. Buhayên dermanan li yên taybet bilind e. Heya niha tu qanûn nîn e ku hesab ji qada taybet bixwaze. Lê di rojên pêş de peymanek di navbera qada taybet û Rêveberiya Xweser de were çêkirin da ku buha û xizmetên tibî yên giştî werin kontrolkirin."

Measir bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û ev bi bîr xist: "Di dawiya sala 2023’yan de Navenda Diyalîzê ya li taxa Elaya û stasyona oksîjenê ya li navendê hatin hedefkirin. Navend hat sererastkirin û dîsta ket xizmetê. Di destpêka 2024’an de stasyoneke din li Nexweşxaneya Gel a li bajarê Hesekê hat avakirin.”

PLANSAZIYA 2025’AN

Measir El Ebas têkildarî plansaziya sala 2025’an jî ev agahî dan: "Dê cîhazên tibî  wekî echo doppler a ji bo dil, cîhazên rontgenê û yên diyalîzê li nexweşxane û navendên tenduristiyê werin zêdekirin. Navenda Diyalîzê dê were berfirehkirin. Dê peydakirin û belavkirina dermanan li nexweşxane û navendên tenduristiyê werin zêdekirin. Wekî tê zanîn derman bê pere tên pêşkêşkirin. Ji bo rewşên awarte dê ambulans û erebeyên belavkirina dermanan werin zêdekirin."

(bb)

ANHA