Miqdad: Vekişîna Tirkiyeyê daxwaz e ne merc e

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad, piştî civîna dewreya asayî ya 162′yan a Meclisa Komkara Erebî ya li Qahîreyê, got pêwîst e Tirkiye ji herêmên Sûriyeyê yên dagir kirine vekişe.

Miqdad: Vekişîna Tirkiyeyê daxwaz e ne merc e
10 îlon 2024   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Feysel Miqdad destnîşan kir ku mijara vekişîna hêzên dewleta Tirk a dagirker ji Sûriyeyê yek ji daxwazên herî girîng ên beriya vegerandina têkiliyan di navbera Şam û Enqereyê de ye û got: "Em ji bo destpêkirina têkiliyên normal di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de tu şertan danaynin, lê belê em xwestekên serketina tu xebateke dan û standinê di navbera her du welatan de datînin."

Miqdad diyar kir ku tu aliyên Erebî di civîna wezîran de hewldana civandina wî bi wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re nekir.

Miqdad wiha domand: "Ji xwestekên girîng ew e ku helwesteke Tirkiyeyê hebe ku şaş neyê şîrovekirin. Ew jî dê Tirkiyeyê ji herêmên bakurê Sûriyeyê yên dagir kirine, vekişe."

Miqdaq wiha pê de çû: "Ne pêkan e têkiliyên xwezayî di navbera du welatan de pêk bên û dagirkerî hebe, ji lew re dema Tirkiye biryar bide ku ji xaka Sûriyeyê bikişe, wê demê em amade ne."

Dema ku wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan dikir dest bi axaftina xwe bikira, Miqdad û 2 endamên şandiya dîplomasî yên bi wî re ji hola civînên wezîrên karên derve yên Ereb a Qahîreyê derketin.

(mh)