Hikumeta Şamê gundên Helebê, çeteyan gundên Laziqiyeyê topbaran kirin

Li gundewarên Heleb û Laziqiyeyê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker deverên hev topbaran kirin. Hemwextî wê, balafireke keşfê ya Rûsyayê li asîmanê herêmê geriya.

Hikumeta Şamê gundên Helebê, çeteyan gundên Laziqiyeyê topbaran kirin
10 îlon 2024   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand hêzên hikumeta Şamê bi balafireke bêmirov û biçek a xwekuj, eniya gundê Siûs û bi 3 balafirên bêmirov gundê Kefernûran ê rojavayê Helebê bombebaran kirin. Hemwextî wê balafireke keşfê ya Rûsyayê li asîmanê herêmê geriya.

Çeteyên Fetih El Mubîn jî bi moşekan navendeke hêzên hikumeta Şamê li eniya Cib El Ehmer a bakurê Laziqiyeyê bombebaran kir.

(şx)