Civîna wezîrên karên derve yên Komkara Erebî dest pê kir

Civîna 162’yemîn a wezîrên karên derve yên dewletên Komkara Erebî li navenda komkarê ya li Qahîreyê dest pê kir.

Civîna wezîrên karên derve yên Komkara Erebî dest pê kir
10 îlon 2024   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku wezîrên karên derve yên dewletên Ereban li hev civiyan û xalên ku dê nîqaş bikin diyar kirin, civîna 162’yemîn a Meclisa Komkara Erebî li navenda wê ya li Qahîreyê dest pê kir.

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan jî tev li civînê dibe ku ji 2011`an ve ev cara yekemîn e.

Hemwextî hewldanên Rûsya-Îranê ji bo normalîzekirina di navbera Enqere û Şamê de, serokkomarê Misirê Ebdulfettah El Sîsî piştî 11 salan serdana Enqereyê kiribû.

Rojnameya El Ereb El Londoniye di nûçeyeke xwe de bi bîr xist ku ev tevgerên nû di xurtkirina rola erebî ya navbeynkariya Rûsya-Îranê de roleke mezin bilîze. Nemaze ku gelek xalên însiyatîfa erebî ya têkildarî Sûriyeyê û hewldanên Rûsyayê di vî warî de, heta radeyeke mezin wekî hev in.

Li gorî rojnameyê ji bo Tirkiyeyê, ev "peymaneke serkeftî" ye ku deriyên sûkên Kendavê bi rêya Sûriyeyê li pêşiya wê vedike û sûkên Kendavê û yên Ewropayê digihînin hev.

MIJARÊN SEREKE YÊN CIVÎNAN

Nûnerê payebilind ê siyaseta karên derve û cîgirê komîseriya Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borrell jî tev li civînê dibe.

Di civînê de geşedanên dawîn ên hewldanên navneteweyî yên ji bo rawestandina şerê Îsraîlê yê li dijî Xezayê, aloziya li Sûdanê û Lîbyayê, geşedanên li Somaliyê û Sûdanê yên têkildarî Bendava Nehdayê û mijarên têkildarî Urdun, Sûriye û Iraqê dê werin gotûbêjkirin.

ŞANDEYA HIKUMETA ŞAMÊ HOLÊ CIVÎNÊ TERK KIR

Piştî ragihandina axaftina wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan, şandeya hikumeta Şamê hola civînê terk kir.

(şx)