Bi tehlîlên Rêber Abdullah Ocalan: Hêza Aqilê Civakî

Koma xwendinê ya ku ji aliyê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan ve hatiye birêxistinkirin, paraznameya Rêber Abdullah Ocalan a bi sernavê “Sosyolojiya Azadiyê’ xwend.

Bi tehlîlên Rêber Abdullah Ocalan: Hêza Aqilê Civakî
Bi tehlîlên Rêber Abdullah Ocalan: Hêza Aqilê Civakî
Bi tehlîlên Rêber Abdullah Ocalan: Hêza Aqilê Civakî
Bi tehlîlên Rêber Abdullah Ocalan: Hêza Aqilê Civakî
Bi tehlîlên Rêber Abdullah Ocalan: Hêza Aqilê Civakî
Bi tehlîlên Rêber Abdullah Ocalan: Hêza Aqilê Civakî
Bi tehlîlên Rêber Abdullah Ocalan: Hêza Aqilê Civakî
10 îlon 2024   11:49
QAMIŞLO

Koma xwendinê ya ku ji aliyê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan ve, di 21’ê Adara 2024’an de hatiye avakirin, ji 10 kesan pêk tê û her hefteyê rojekê li taxa Kornîş a bajarê Qamişloyê li malekê dicivin û xebatên xwe yên xwendinê didomînin.

Koma xwendinê vê hefteyê jî paraznameya Rêber Abdullah Ocalan a “Sosyolojiya Azadiyê”, beşa “Hêza Aqilê Civakî” û tehlîlên Rêber Abdullah Ocalan xwendin û gotûbêj kirin.

Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan Wasil Esad têkildarî xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan, ji ajansa me re axivî.

Esad destnîşan kir ku bi xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan re di milê zanista civakî de xurt dibin û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan der barê civakê de tehlîlên pir xurt dike.

Esad da zanîn ku fikir û tehlîlên Rêber Abdullah Ocalan çareseriya hemû pirsgirêkan e û got: “Mirov çiqasî paraznameyên Rêber Apo bixwîne,  dê ewqasî zanebûna wî/wê zêde dibe. Her wiha di warê çareserkirina pirsgirêkên civakê de bi rengê aqilê hêstiyarî û aqilê analîtîk xwe dighîjîne tehlîlên rast û çareseriya pirsgirêkan datîne. Bêyî ku pirsgirêkên heyî hîn bêhtir mezin bike.”

Endamê Komîteya perwerdeyê ya Meclisa Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Xelîl jî da zanîn ku ew û hevalekî din di 21’ê Adara 2024’an de, bi pêşniyara hevalekî xwe di avakirina Koma xwendinê de cîh girtine û diyar kir ku bi meşandina xebatên xwendinê re koma xwe hîn berfirehtir kirine.

Xelîl destnîşan kir ku wan berê parazname nexwendibû, lê piştî ku dest bi xwendinê kirine di warê têgihîştina fikir gelek tiştên girîng de fêr bûne. 

Xelîl bal kişand ser girîngiya xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan û got: “ Îro parazname di nav civakê de mal bi mal tên xwendin û pewîst e werin xwendin jî, ji ber ku tehlîlên paraznameyan di jiyanê de û di xebatên saziyên pergala demokratîk de rê nîşan dide."

Xelîl di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bi rêya xwendina paraznameyan, ew fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dighînin civakê û nifşên nû jî li ser wê perwerde dikin.

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara komên xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan derket, 362’yan. Li 7 kantonan 6 Hezar û 733 kes paraznameyan dixwînin. Di nava wan de 96 kom ji jinan pêk tên.

Ji bo xwendinê li gelek bajar û bajarokên 7 kantonan kom hatine avakirin. Komên ku hejmara kesên tevlî dibin diguhere, li her herêmekê li gorî pêwîstiyan paraznameyekê dixwînin. Di vê çarçoveyê de paraznameyên, “Sosyolojiya Azadiyê”, “Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya demokratîk” û “Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî De/Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” tên xwendin.

(bm)

ANHA