Balafirên bêmirov li ser Mexmûrê digerin
Beriya çend kêliyan malek li Wargeha Mexmûrê hate bombebarankirin û di van kêliyan de jî balafireke bêmirov bênavber li ser wargehê digere.
Li gorî Rojnewsʹê Beriya çend kêliyan malek li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ve hate bombebarankirin. Balafireke bêmirov ku tê payîn a dewleta Tirk a dagirker e di van kêliyan de jî li ser wargehê digere.
Balkêş e ku dema şandeya Iraq û Neteweyên Yekbûyî ji bo çêkirina nasname, kartên erzaq û serjimêriyê li nav wargehê bûn, malek a wargehê bombebaran kir.