Salek piştî komkujiyên li peravê… hê jî birîn nekewiyane û edalet peyda nebûye

Salek di ser komkujiyên li perava Sûriyeyê re derbas bû, lê ew êş hîna di bîra welatiyên Sûriyeyê, bi taybet şêniyên Elewî yên li peravê de zindî ye. Tevî belgekirina gelek binpêkirinên ku di wê demê de qewimîne, hesabpirsîn û edaletê heta îro jî pêk nehatine.

Salek piştî komkujiyên li peravê… hê jî birîn nekewiyane û edalet peyda nebûye
6 adar, 2026   06:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di navbera 6 û 10`ê Adara 2025`an de, hêzên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê û komên girêdayî Tirkiyeyê, bi hinceta “şerê li dijî bermahiyên rejîma Sûriyeyê ya berê" li perava Sûriyeyê operasyonên leşkerî dan destpêkirin û di encamê de li dijî şêniyên herêmê yên Elewî komkujî pêk anîn.

Li gorî raporên mafên mirovan û şahidiyên herêmî, ev bûyer bûn sedema kuştina bi sedan sivîlan.

BÛYERAN ÇAWA DEST PÊ KIR?

Di 6`ê Adara 2025`an de, piştî çend mehan ji tundûtûjî û gurkirina mezhebî, hêzên hikumetê, bi piştgiriya helîkopterên şer û topan, êrişî bajarokê Beyt Aana li gundewarê Cablayê ê Laziqiyê kirin.

Li gorî agahiyên xwecihî, piştî vê yekê, komên çekdar ên ji mezheba Elewî hewl dan ku hin deverên li peravê bigirin destê xwe.

Piştî vê yekê, Wezareta Parastinê bi rêya platformên medyaya civakî, di nav de komên WhatsApp, seferberiyek berfireh ragihand û ji hin mizgeftan bangên ji bo "seferberiya giştî" û "cîhad" hat kirin.

Dema ku karwanên çekdaran ber bi peravê ve diçûn, êdî hêzên ewlehiyê û komên girêdyî yên wan dest bi operasyonên lêgerîn û şopandinê li gund û bajarokên ku bi piranî Elewî ne kirin.

Li gorî dîmen û şahidiyên herêmî, ev operasyon zû veguherî rêze komkujiyan. Bûyrên wekî kuştinên li kolanan, kuştina malbatan di hundurê malên wan de, şewitandin û talankirina milkê sivîlan û binpêkirina hin cenazeyan ku li kolanan hatibûn hiştin.

DER BARÊ SEDEMÊN GURKIRINÊ DE VEGOTINÊN NAKOK

Hêzên hikumetê diyar kirin ku bûyer piştî êrişa li ser hêzên wan li gundê Beyt Aana li gundewarê Ceblayê dest pê kirin. Lê gurbûna bilez a operasyonan û belavbûna êrişên çekdarî li ser gelek cih û gundên li peravê, di nav de deverên li gundewarên Lazkiye û Tartusê û gundên li Ceblayê, hişt ku hin çavdêr bighêjin wê encamê ku operasyonan kiryareke tolhildanê bûn.

Di êvara 6`ê Adarê de, tundî û gurkirina mezhebî zêde bû û bangên ji bo tevlîbûna şer di bin dirûşmeyên olî û mezhebî de li bajarên Şam, Heleb, Hums, Hema û Îdlibê deng vedan.

Roja din, piştî ku hêzên leşkerî gihaştin peravê, hêzên hikumetê ragihand ku ew ê li dijî çeperên berê yên rejîmê li Qerdeha û Banyasê operasyonan bikin. Lê belê, şahidan ragihandin ku operasyon veguherî êrişên li dijî sivîlan li çend deveran, ku di encamê de bi sedan kes hatin kuştin.

Êriş li deverên Muxtariye û El Haffa yên gundewarên Laziqiyê, her wiha Banyas û taxa Datour a bajarê Laziqiyê pêk hatin û heta gundewarên Qerdeha, Cebla û Tartusê jî berfireh bûn.

Şahidan ji çend dezgehên medyayê yên Ereb û navneteweyî re behsa kuştinên li kolanan kirin ku Elewî li gorî zaraaya wan, nasnameyên wan, an jî eslê wan ê gund hedef girtin. Hejmarek sivîlên Sunnî jî di encama kaosê de li deverên tevlihev hatin kuştin. Şênyan her wiha ragihandin ku li Banyas û Ceblayê mal û milkên wan hatine talankirin û şewitandin.

RAPORÊN MAFÊN MIROVAN BINPÊKIRIN BELGE KIRIN

Raporek ku ji hêla Rêxistina Navneteweyî ya Şopandina Tawanên li dijî Mirovahiyê ve di 29`ê Gulana 2025`an de hatiye weşandin, aşkera kir ku di Adara 2025`an de di nava 3 rojan de 62 komkujiyên mezhebî li bajar û gundên peravê pêk hatine ku di encamê de hezar û 676 sivîl hatin kuştin.

Rêxistinê van bûyeran wekî "pêleke sîstematîk a kuştin û binpêkirinên girseyî ku dibe ku bibin sûcên li dijî mirovahiyê" bi nav kir.

Raporê her wiha şahidiyên der barê kuştinên li kolanan de ku ji aliyê zilamên çekdar ên ku cilên leşkerî yên fermî li xwe kiribûn û guman dikirin ku bi rayedarên Şamê ve girêdayî ne, hatine kirin, belge kir. Raporê revandina zêdetirî 50 jinan û girtina wan di şert û mercên dijwar de destnîşan kir, her wiha dozên ku wekî "koletiyê" hatine binavkirin, ku binpêkirina Peymanên Cenevreyê û Statuya Romayê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ye jî belge kir.

Di Tîrmeha 2025`an de, Reutersê raporek li ser bûyerên li herêma peravê di navbera 7 û 9`ê Adara 2025`an de weşand û ragihand ku herî kêm hezar û 479 kes hatine kuştin û bi dehan kesan li 40 deverên cuda, di nav kuştinên tolhildanê û talankirinê de winda bûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî kuştina hezar û 682 sivîlên Elewî, di 63 komkujiyan de ku di 3 rojan de qewinîne ku ji gundewarê Lazkiyê heta Tartus û deverên gundewarî yên Hama û Humsê dirêj bûn, belge kirin.

NAKOKÎ LI SER LÊPIRSÎNÊN FERMÎ

Tevî belgekirina van binpêkirinan, rayedarên Şamê berpirsyariya rasterast a bûyeran negirt ser xwe. Çend roj piştî destpêkirina bûyeran, Serokwezîrê demkî Ehmed El Şara diyar kir ku Sûriyeyê dê "bermahiyên rejîma Beşar Esed a hilweşiyayî bişopîne û wan bîne ber dadgehê" û got “hin bermahiyên rejîmê hewl didin Sûriyeya nû biceribînin".

El Şara her wiha diyar kir ku wî ferman daye hêzên ewlehiyê ku rê nedin tu zêdegavî û binpêkirinan.

Lê belê, çavdêran van gotinan wekî "dûrbûna ji rastiyê" bi nav kirin û got ew daxuyanî dişibin daxuyaniyê ku Serokê berê Beşar Esed di salên şer de.

Ji ber berterfkirina van gotûbêjan, rayedarên hikumeta demkî avakirina komîteyek ji bo lêkolîna bûyerên li herêma peravê ragihandin. Lê belê, encamên wê ji hêla çalakvan, hunermend, nivîskar û siyasetmedaran ve bû sedema rexneyên berfireh, ku rapora komîteyê wekî hewldanek ji bo rewakirina sûcan li şûna destnîşankirina sûcdaran hesibandin.

Di raporê de nasnameya zelal a berpirsiyaran tune bû, tenê behsa "bermahiyên girêdayî rejîma berê", "endamên dilxwaz ên bêdîsîplîn" û "çeteyan" dihat kirin. Komîteyê di civîneke çapemeniyê de her wiha qebûl kir ku encamên raporê li ser bingeha "gumanan, ne li ser delîlên dawî" ne.

SALEKÊ ŞÛNDA... RASTÎ NE TEMAM E

Salek piştî wan bûyerên xwînî, rastiya wan hîn jî nederketiye holê, ji ber ku tu encamên berfireh ên lêpirsînên serbixwe yan tedbîrên hesabdayîna giştî li dijî kesên têkildar nehatine ragihandin.

Di vê navberê de, raporên herêmî nîşan didin ku binpêkirinên li dijî Elewiyan li peravên Sûriyeyê berdewam dikin.

(k)

ANHA