Edalet tenê têrê nake… bangên hevkariya civakî ji bo ku edaleta veguhêz bi ser bikeve

Dane nîşan didin ku li Sûriyeyê serkeftina edaleta veguhêz bi hevkariya rast a navbera saziyên dewletê û civakê ve girêdayî ye. Edalet, çapemenî, zanyarî û civaka sivîl di aşkerakirina rastiyê de, edalet ji bo qurbaniyan, reforma saziyan, qedexekirina dubarebûna kiryaran, pêşxistina bawerî û pêkanîna aştiyê de, hev temam dikin.

Edalet tenê têrê nake… bangên hevkariya civakî ji bo ku edaleta veguhêz bi ser bikeve
7 tîrmeh, 2026   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî zêdetirî salek û nîv di ser hilweşandina rejîma Baas re derbas bû, dosyayên aşkerakirina aqûbeta kesên windayî û dosyayên dîtir tên ji edaleta veguhêz a Sûriyeyê re. Lêkolînvan û pisporên qanûnî dibêjin hejmara darizandin û biryarên dadgehê ne pîvanê serkeftina edaleta veguhêz e. Lê ya girîng edaleta veguhêz dikare ji kokê ve çareser bike, civakî jî tev li reformkirina saziyên dewletê bibe û ji nû ve sûriyeyî bawerî bidin hev.

Li gorî rêgezên Neteweyên Yekbûyî (NY) dadgeh tenê parçeyek ji edaletê ye lê ne bingeha edaletê ye lê di pêvajoya veguhêz de tê xwestin ku rastiyê aşkera bikin, tezmînata ziyanan bidin, reforma saziyan bikin û garantî bidin ku kiryarên hatine kirin, careke dîtir dubare nebin.

Der bare vê mijarê de lêkolînerê siyasî Xalid Cebir got dadgeh ji bo lêpirsîna sûcdaran û hesab ji wan xwestin girîng in lê bi tena xwe têrê nake ku pirsgirêkên di encama şerê li Sûriyeyê qewimî, derketine çareser bike.

Cebir da zanîn ku di edaleta veguhêz de tê xwestin ku rastiyê aşkera bikin û kiryaran belge bikin. Her wiha aqûbeta kesên windayî û yên bi darê zorê revandine, zelal bibe, tezmînat û mafên qurbaniyan bidin.

Ji bo kiryarên li Sûriyeyê qewimîne dubare nebin Cebir got divê saziyên ewlehiyê, leşkerî, dadê û îdarî werin reformkirin, qanûnên rê li ber binpêkirinan vekirine, binirxînin û li ser bingehê pîvanên pîşeyî û qanûnî şopandin were kirin. Her wiha qanûn li pêş be û rola çapemeniya serbixwe û civaka sivîl li pêş be.

Cebir anî ziman ku lihevhatina civakî parçeyek ji rêxistina edaleta veguhêz e lê ew nakeve şûna mekanîzmaya hesabxwestinê û ceza kirine. Serkeftina edaleta veguhêz bi hev tevlêbûn û îradeya qurbaniyan ve girêdayî ye. Li Sûriyeyê gelekî şer û pevçûn çêbûn, binpêkirin zêde hate kirin, bi milyonan koçber hene, tenê dadgehkirin têrê nake ku pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bibin.

Rojnamevanê sûriyeyî yê kar û barên kurdî û lêkolînerê dosyayên siyasî, hiqûqî û binpêkirinan Ebdulhekîm Silêman got ji bo binpêkirin dubare nebin divê sedemên wê yên zîhnî û civakî werin çareserkirin. Bi perwerdekirinê re dê zane bibin û çanda hev qebûl kirin û mafên mirovan xurt bibe. Çapemenî bandoreke mezin li ser raya giştî dike û dikare nirxên jiyana hevbeş belav bike. Çapemenî şûna ku zimanê nefretê bi kar bîne û provokasyonan bike bila civakê zana bike.

Silêman ji bo materyalên xwendinê yên Sûriyeyê jî got materyalên xwendinê yên Sûriyeyê çi niha û çi berî şer jî nikarîbû çanda pirrengî belav bike, materyalên herêma Rêveberiya Xweser heyanî astekî madeyên ku pirrengiya ziman û çandê xurt bike tê de hebûn. Lê niha pêdiviya Sûriyeyê bi materyalên ku hemwelatiyê û pirrengiyê xurt bike, heye.

Silêman diyar kir ku destwerdanên herêmî ji Sûriyeyê re û şerên qewimî bûn sedem ku civaka Sûriyeyê parçe bibe û gelek binpêkirin zîvirîn bertek û tolrakirinê. Divê însiyatîfên civakî werin avakirin û civaka Sûriyeyê ji nûve were avakirin.

Ji bo lihevkirinên herêmî jî rojnamevanê Sûriyeyî Ebdulhekîm Silêman got lihevkirinên civakî gelekî girîng e ji bo civak bawerî bide hev.

Rojnamevana Kurd û çalakvana rêxistinên civaka sivîl Şîlan Xidir anî ziman ku divê rêxistinên civaka sivîl cihê xwe di edaleta veguhêz de bigirin. Rêxistinên civaka sivîl di şer de gelek binpêkirin belge kirin, aliyê qanûnî û derûnî de bi qurbaniyan re bûn alîkar. Nabe ku rolê van rêxistinan bi şîretan ve sînordar be. Li Sûriyeyê piştî 14 salan serkeftina edaleta veguhêz ne bi hejmara dadgehan ve girêdayî ye lê divê qurbanî û nûnerên wan tev li edaleta veguhêz bibin.

Şîlan Xidir talûkeya li ser edaleta veguhêz anî ziman û got paşguhkirina rêxistinên civaka sivîl dê bibe sedema ev pêvajo ne rewa be û baweriya civakê pê neyê û garantî nayê dayî ku binpêkirinên hatine kirin, di siberojê de dubare nebin.

(np)

ANHA