ˋBersiva Îranê li ser pêşniyarên Amerîkayê rêya çareseriyê digireˊ

Çavkaniyên dîplomatîk ên Pakistanî diyar kir ku bersiva Îranê ji pêşniyarên Amerîkayê re yên ji bo bidawîkirina şer rê li ber çareserkirina aloziyê digire.

ˋBersiva Îranê li ser pêşniyarên Amerîkayê rêya çareseriyê digireˊ
18 gulan, 2026   21:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên dîplomatîk ên Pakistanî îro ji malpera Al Sharq re gotin ku bersiva Îranê ku Îslamabadê der barê pêşniyarên Amerîkayê yên ji bo bidawîkirina şer de wergirtiye careke din rê li ber çareserkirina aloziyê digire.

Çavkaniyan destnîşan kir ku navbeynkarên Pakistanê metirsîdar in ku şerê Amerîka-Îsraîlê ya li dijî Îranê ji nû ve dest pê bike.

Çavkaniyên dîplomatîk ên Pakistanî got ku Îslamabadê li gorî agahiyên ku ji aliyê Amerîkî wergirtine, weke xeterî û giraniya rewşê ji Îranê re ragihandine.

Berpirsekî payebilind ê Amerîkayê û çavkaniyek ku bi danûstandinan agahdar e ji Axios re got ku Îranê pêşniyarek sererastkirî ji bo rêkeftineka ji bo bidawîkirina şer pêşkêş kiriye, lê Koşka Spî diyar kir ku tu pêşketinek girîng di pêşniyara Îranê de tune ye û têrê nake ku bigihînin rêkeftinekê.

Berpirs diyar kir ku pêşniyara dijber a Îranê ku navbeynkarên Pakistanî şeva yekşemê ji Amerîkayê re ragihandine, "tenê pêşkeftinên sembolîk li gorî guhertoya berê dihewîne."

Berpirsê Amerîkayî hişyarî da ku heke Îran helwesta xwe neguherîne, dê Amerîka neçar bimîne ku danûstandinan "bi rêya bombeyan" bidomîne.

(fr)