Li Sûdanê li dijî mizgeftekê êriş: 13 kuştî

Li bajarê Faşir ê Sûdanê li dijî mizgeftekê êriş hat kirin. 13 kes hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.

Li Sûdanê li dijî mizgeftekê êriş: 13 kuştî
9 cotmeh, 2025   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeya AFP’ê, Hêzên Piştevaniya Lezgîn li bajarê Faşirê yê herêma Darforê ya rojavayê Sûdanê êrişî mizgeftekê kir. Di encamê de 13 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn.

Faşir ku bajarê herî mezin ê Darforê ye, di bin kontrola Hêzên Piştevaniya Lezgîn de ye.

Hate ragihandin ku di 24 saetên dawîn de di êrişên hêzên navborî yên li ser bajarê Faşirê de herî kêm 33 kes hatine kuştin. Roja Sêşema borî jî bi dronekê nexweşxaneyek hatibû bombebarankirin. Li gorî bijîşkan di encamê de 8 kes hatibûn kuştin û 7 jî birîndar bûbûn.

(bb)