Şêniyên Tebqa û Reqayê komplo şermezar kir

Şêniyên kantonên Tebqa û Reqayê û koçberên Efrîn û Şehbayê bi 2 xwepêşandanan Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

9 cotmeh, 2025   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê xwepêşandanek li bajarê Tebqayê li dar xist. Di xwepêşandanê de endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê, partiyên siyasî, meclisên sivîl, rêxistinên civaka sivîl, rûspî, serokeşîr û oldar beşdar bûn.

Li Taxa Duyemîn endamê însiyatîfê Husên El Dixêm got Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî projeya neteweya demokratîk danî û felsefeya xwe ji bo rizgariya gelan terxan kiriye. El Dixêm diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê ji bo dibistanekê veguhast ku jê fikrê neteweya demokratîk ji bo tevahî cîhanê ragihand.

Şêniyên kantona Reqayê jî bi xwepêşandaneke girseyî ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a berê Komploya Navneteweyî şermezar kir û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Di xwepêşandanê de nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, Yekitiya Jinên Ciwan, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd û nûnerên partî û rêxistinan amade bûn.

Girse li Qada Jina Azad rawestiya. Li wir endama Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ehmed El Xidir axivî. Ehmed El Xidir di axaftina xwe de diyarkirin ku revandina Rêber Abdullah Ocalan û pergala îşkence û qirkirinê ya girtîgeha Îmraliyê li dijî qanûnên navneteweyî, di serî de peymanên Ewropayê yên mafên mirovan.

El Xidir bi domdarî got: "Ji dilê Reqayê ya ku xwe ji xweliya şer dawişand û rûpelek nû di dîroka azadiyê de nivîsand, em dengê dibêjin wê dengê me bilind bibe ta ev zulm bi dawî bibe û edalet pêk were."

Ji rêveberên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Xilûd Mihemed jî bal kişand ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê azadiya jinan de û diyar kir ku ramanên wî şoreşeke fikrî û civakî çêkir û bi saya wî jin di avakirina civaka demokratîk de bûne bingeh.

Xilûd Mihemed di dewama axaftina xwe de sûcên li Serêkaniyê û Girê Sî yên dagirkirî jî şermezar kir û wekî sûcên li dijî mirovahiyê û gefaxwarina li yekparbûna xaka Sûriyeyê destnîşan kir. Xilûdê banga li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku erkên xwe bi cih bînin, zextê bikin da ku dawî li tecrîdê û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan werin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Kantona Reqayê Ayîd El Hadî jî got dê şopandarên rêya şehîdan bin û diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan kilîda aştiyê li Rojhilata Navîn e.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(mh/bb)

ANHA

TEBQA

REQA