Li Himsê kesek hat kuştin

Li taxa Mesakin Xerbiye ya bajarê Himsê çekdarên nenas ku hewla diziyê dikir, welatiyek kuşt.

Li Himsê kesek hat kuştin
9 cotmeh, 2025   16:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku li taxa Mesakin Xerbiye ya bajarê Himsê çekdaran hewl da pereyan ji welatiyekî bidizin, lê belê wî li ber xwe da, piştre çekdaran gule lê barandin. Di encamê de welatî hat kuştin.

Li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tevlihevî û bêaramî zêde bûye. Li gorî SOHR'ê ji destpêka 2025'an ve li bajarên Sûriyeyê 346 hatine kuştin ku 28 jê zarok in.

(mh)