Îranê li radara Amerîkayê ya li Bahreynê xist

Pasdarên Şoreşê yên Îranê îragihand ku wan sîstemeke radarê ya hişyarkirina pêşwext a DYA’yê ya li Bahreynê tune kirine.

Îranê li radara Amerîkayê ya li Bahreynê xist
13 mijdar, 2026   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Pasdarên Şoreşê yên Îranê roja Înê daxuyaniyek dan televîzyona dewletê û ragihandin ku yekîneyên ser bi Hêzên Hewa-Fezayî li radareke hişyariyê ya pêşwext a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) ya li Bahreynê xistine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, êriş weke bersiva li êrişa hewayî ya li ser kûleya telekomunîkasyonê ya li bajarê Sîrîkê yê li başûrê Îranê hatiye kirin. Muxafizên Şoreşê îdîa kirin ku radar hatiye îmhakirin û di mijara bidawîkirina êrişên hewayî yên DYA’yê û qaçaxçitiya petrolê ya ji Tengava Hurmuzê de hişyarî da.

Meqamên DYA û Bahreynê li ser êrişa gengaz a li Bahreynê hîn daxuyaniyek nedane. Baregeh û binesaziya leşkerî ya Bahreynê ku welatekî biçûk ê giravê yê li Kendavê ye, bi destpêkirina êrişên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê di şerê Rojhilata Navîn de gelek caran bûbû hedef.