Li Siwêdayê krîza nan girantir dibe

Li parêzgeha Siwêdayê ji ber kêmbûna ard rewşa jiyanî dijwartir dibe. Firneyên parêzgehê rojekê ji ber nebûna ard nexebitîn. Hate zanîn 120 ton ard gihaşte parêzgehê. 

Li Siwêdayê krîza nan girantir dibe
25 îlon, 2025   10:22
SIWÊDA

Ambargoya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser parêzgeha Siwêdayê dewam dike. Ji ber kêmbûna ard duh tevahî firneyên bajar, gund û bajarokên girêdayî wê nexebitîn. Nûçegihanên me ji Siwêdayê diyar kir ku duh li bajarên Siwêda, Şehba û Selxed nan li firneyan nehate belavkirin.

Di vê rewşa krîz de şêniyên herêmê diyar kir ku 2 barhilgirên 120 ton ard tê de bû, gihaştin parêzgehê. Her du barhilgiran berê xwe da Siwêda û Selxedê. Nehate zanîn ka dê barên din jî derbasî parêzgehê bibin yan na.

Şêniyên Siwêdayê aloziya nan bi biryara hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya qutkirina genim ji ser parêzgehê ve girê didin. Hate gotin ji meha Tîrmehê ve hikumeta veguhêz genim ji ser Siwêdayê qut kiriye. Ev bû sedema firneyên herêmê pir kêm bixebitin. Hin ji wan bi temamî rawestiyane. Ji ber vê biryarê firneyên Siwêdayê yên dixbitin bi ardê ji aliyê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê û Heyva Sor ve tên pêşkêşkirin, kar dikin. Ardê her du dezgehan jî têra pêdiviyên welatiyan nake. Tê gotin rojane li Siwêda û gundên wê zêdetirî 120 ton ard tê xerckirin.

Serokê Komîteya Alîkariyan a Siwêdayê Fadî El Şeranî li firneyan geriya û rewş bi xwe şopand. El Şeranî diyar kir ku pêwistî bi deporkirina parên yedek ên ard heye.

Li aliyê din pispor û çavdêr diyar dikin ku metirsî heye ku ewlekariya xwarinê li Siwêdayê bikeve xetereyê, bi taybet heke bersiva daxwaza zêdekirina para genim û birêxistinkirina derbasbûna wê pêk neyê. Di vê rewşê de nebûna sotemeniyê û xirabûna firneyan krîzê zêdetir dike.

(dc)

ANHA