Hikumeta veguhêz çalakvanek girt

Rayedarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêveberê Muzexaneya Zindanên Sûriyeyê, rojnamevan û çalakvanê mafên mirovan Amir Meter girt.

Hikumeta veguhêz çalakvanek girt
25 îlon, 2025   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh rayedarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rojnamevan, çalakvanê mafên mirovan û rêveberê Muzexaneya Zindanên Sûriyeyê Amir Meter li deriyê sînor ê Urdunê girt.

Meter demek berê ji bo belgekirina zindanan û binpêkirinên li Sûriyeyê "Muzexaneya Zindanên Sûriyeyê" vekiribû.

Rêveberiya muzexaneyê der barê bûyerê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ragirtina Meter hat şermezarkirin û hate gotin: "Girtina Meter hedefgirtina azadiya ramanê û bîranîna qurbaniyan e." Her wiha hate diyarkirin ku Meter şahidê sereke yê li dadgeha Koblenz a Almanyayê li dijî endamên dezgehên ewlehiyê yên rejîma berê bû, lewre girtina wî wek “nerewatiya qanûnî” nirxand.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Meter birine cihekî nediyar û aqûbeta wî nayê zanîn. Hate gotin, hikumeta veguhêz û wezareta wê ya hundirîn berpirsên silametiya Meter in. Di daxuyaniyê de banga aşkerakirina cihê Meter û serbestberdana wî hat kirin.

Amir Meter (37) ji bajarê Reqayê ye. Bi destpêka şoreşa Sûriyeyê (2011) re ji aliyê rejîma Baasê ve hat girtin û îşkence lê hat kirin. Piştî hat berdan (2012) çû Almanyayê, li wir bûyerên li Sûriyeyê û binpêkirinên dihatin kirin, belge dikirin.

Amir Meter Rêxistina (Şarîi) û "Mûzexaneya Girtîgehên DAIŞ’ê" ava kirin ku balê dikişînin ser derdora 100 girtîgehan, derdora 70 hezar belge û axaftinên nêzî şahidan ên ji girtîgeh û komkujiyan filitîne. Her wiha cih daye gorên komî jî.

Wezareta Karên Hundir a hikumeta veguhêz der barê sedemên girtina Meter de îdia kir ku ew hewl dide hin dosyayên ewlehiyê yên taybet bi dewletê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar bîne.

(bb)