Di rojnameyên erebî de plana Trump û siberoja Sûdanê

Rojnameyên erebî diyar kir ku serokê DYA’yê Donald Trump di hevdîtinên xwe yên li New Yorkê de behsa plana bidawîanîna şerê li Xezayê kiriye. Rojnameyên der barê Sûdanê de jî şêwaza ‘herî guncaw’ a rêvebirina welat destnîşan kir.

Di rojnameyên erebî de plana Trump û siberoja Sûdanê
25 îlon, 2025   10:50
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih da hevdîtinên serokê DYA’yê Donald Trump ên li New Yorkê û siberoja pergala siyasî ya Sûdanê.

LÛTKEYA ‘PLANA TRUMP’

Rojnameya El Xelîc têkildarî hevdîtinên serokê DYA’yê Donald Trump ên li New Yorkê nîvisî. Hate diyarkirin ku Trump ku di çarçoveya civîna 80’yemîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de hevdîtin bi serokên welatên Ereban re kirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku hûrgiliyên plana Trump a ji bo bidawîanîna şerê li Xezayê hîna nehatiye aşkerakirin, lê atmosfera civînê erênî xuya bû.

Rojnameyê bi bîr xist ku Trump civîn wek "mezin" bi nav kir, serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî ew wek "pir berhemdar" bi nav kir.

Hate gotin: "Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî jî got rewşa li Xezayê xirab e û hêviya bidawîanîna şer û serbestberdana girtiyan spart Trump. Wezîrê karên derve yê Îmaratê Şêx Abdullah Bin Zayid El Nehyan jî piştgiriya xwe ji bo hewldanên Washingtonê yên ji bo rêgirtina li ber windahiyên zêdetir kir. Her wiha anî ziman ku divê ji her gaveke ku hewldanên ji bo avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê xirab dike, dûr bisekinin.”

Rojnameyê bi domdarî diyar kir ku Trump di hevdîtinê de gotiye "Em dê sînorekî ji şerê li Xezayê re deynin. Em dixwazin 20 girtî û 38 cenazeyan vegerînin." Lê agahiyên zêdetir nedan. Li gorî rojnameyê, di raporan de hate destnîşankirin ku plan ji vekişîna hêdî hêdî ya Îsraîlê pêk tê, li beramberî ku hêzên erebî û îslamî berpirsyariya ewlehiyê rakin, çekan ji komên Filistînê bistînin û welatên Ereban alîkariya jinûveavakirinê bidin.

‘ÇIMA PÊDIVIYA SÛDANÊ BI PERGALA SEROKATIYÊ HEYE?’

Siberoja rêvebirina Sûdanê yek ji rojevên rojnameya Şerq El Ewsat bû. Rojnameyê diyar kir ku pêdiviya welat bi pergaleke serokatiyê heye ku rêveberiyeke bihêz peyda bike û bikare li hemberî aloziyan li ber xwe bide.

Li gorî rojnameyê; "Derket holê ku sîstema parlamentoyê ji bo rewşa Sûdanê ne guncaw e; ji ber ku dibe sedema qelsî û bêîstîqrariyê di hikumetan de. Di heman demê de, sîstema serokatiyê rewatiya neteweyî ya berfirehtir îfade dike; ji ber ku serok rasterast ji hêla gel ve tê hilbijartin, rêberiyeke yekgirtî û sembolîk peyda dike ku dikare berdewamiya hikumetê misoger bike.

(bb)