Li Kobanê qezayek çêbû; xwişk û bira mirin

Dema xwişk û bira ji dibistana xwe ya seretayî ya li gundewarê Kobanê vedigerîyan malê, erebeyek li motorsilêka wan qelibî, di encamê de her duyan jiyana xwe ji dest da.

Li Kobanê qezayek çêbû; xwişk û bira mirin
15 cotmeh, 2025   19:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, dema xwişk û bira Hêvîn û Ehmed ên ji gundê Mîlê ji dibistana xwe ya li gundê Çelebiyê yê gundewarê Kobanê bi motorsiklêtê vedigeriyan malê, erebeyek li wan qelibî, di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên xwecihî, da zanîn ku xwişk û bira, tevî pismamên xwe dema bi motorsiklêtan ji dibistanê vedigeriyan, erebeyek li wan qelibî, di encamê de Hêvîn û Ehmed wefat kirin û pismamên wan birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

(fr)

ANHA