Li ser rêya Dêrelok û Amêdiyê Droneke bombebarkirî ket

Droneke bombebarkirî li ser rêya di navbera bajaroka Dêrelok û Amêdiyê de ketiye xwarê û ji ber vê yekê rê li trafîkê hat girtin.

Li ser rêya Dêrelok û Amêdiyê Droneke bombebarkirî ket
28 cotmeh, 2024   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Rojnews’ê beriya bi demekê droneke bombebarkirî li ser rêya Dêrelok-Amêdiyê ket xwarê.

Ji ber ketina drona bombebarkirî, rê ji trafîkê re hatiye girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker ji bilî êrişên bejahî, gelek caran bi rêya balefirên şer, balefirên bê mirov û biçek û gelek caran jî bi droneyên bombebarkirî êrişî qadên gerîlayên azadiyê dike.