Muqaweme Îslamî li bargeheke leşkerî ya Îsraîlê xist

Koma Muqaweme Îslamî ya Iraqê ragihand ku hêzên wan bi rêya balafirek bê mirov, êrişî baregehek leşkerî ya dikeve li bakurê Îsraîlê kirine.

Muqaweme Îslamî li bargeheke leşkerî ya Îsraîlê xist
28 cotmeh, 2024   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Muqaweme Îslamî ya Iraqê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya piştgiriya bi gelê Filistîn û Lubnanê de, vê sibehê carek din bi rêya balafirek bê mirov, êrişî baregehek leşkerî ya dikeve li bakurê Îsraîlê kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin êrişa wan gihiştiye armanca xwe, lê di der barê ziyanan de agahî nehatine standin.