Îsraîlê Lubnan bombebaran kir û Hizbullah nuqteyên Îsraîlê hedef girtin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê da zanîn ku di êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî başûrê Lubnanê de 8 kes hatin kuştin û 25 birîndar bûn.

Îsraîlê Lubnan bombebaran kir û Hizbullah nuqteyên Îsraîlê hedef girtin
27 cotmeh, 2024   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê li dijî kombûna hêzên ewlehiya hundirîn li Kefercoz - Nebtiyê, Birc Şemalî û gelek deverên başûrê Lubnanê êrişên hewayî pêk anîn. Di encamê de 5 kes hatin kuştin û gelek birîndar bûn.

Hemwextî êrişên hewayî gelek dever hatin topbarankirin.

Li Bîqayê jî êrişên hewayî li dijî bajarokê Hoş Bereda yê rojavayê Beelbek hatin pêkanîn. Tê de 3 kes hatin kuştin.

Li aliyê din Hizbullah da zanîn ku wê pêşî li balafireke bêmirov a Hermiz 900 li rojavayê Bîqayê girt. Her wiha baregeha pîşesaziya leşkerî ya Zofolon a bakurê Heyfayê û kombûneke leşkerên Îsraîlê li Bewabet Fatme, Îtron û Hol bi moşekan hedef girtin.

Hizbullah her wiha ragihand ku wê avahiyên Kermeîl, Menara û Malkiyê hedef girtin.

(mh)