Li Şamê krîza gazê

Li Şamê pirsgirêka gazê gihaştiye asta krîzê. Şênî li hemberî vê yekê nerazîbûna xwe nîşan didin.

Li Şamê krîza gazê
20 sibat, 2026   06:45
ŞAM

Li paytexta Sûriyeyê Şamê buhayê gazê gihaştiye 50 hezar lîreyê Sûriyeyê. Şênî li hemberî vê yekê daketin kolanan. Li gorî çavkaniyên herêmî hikumeta demkî ya Sûriyeyê jî pirsgirêkê taloq dike û çareser nake.

Bi sedan şêniyên Şamê li pêşiya cihê belavkirina gazê yê li taxa Berza ya Şamê kom bûn. Gel ji ber bihabûna gazê nerazîbûna xwe anî ziman. Gaz tenê li bazara reş tê peydakirin û buhayê tûpeke gazê gihaştiye 500 hezar lîreyî.

Xwediyên xwaringehên Şamê dibêjin ew neçar mane ku tûpeke gazê bi 500 hezar lîreyî bikirin. Ev yek jî bûye sedem ku xwarin jî biha bibin.

Li gorî çavkaniyên hikumetê ji ajansa me (ANHA) re axivîn û got “hikumetê di hinek daxuyaniyên xwe de got keştiya barhilgir a gazê gihaştiye bajarê Banyas ê Tertûsê. Hinek alî jî dibêjin gaz ji ber rewşa hewa dereng maye.” Têkildarî mijarê çavdêr dibêjin bandora rewşa hewa li ser anîna gazê sînordar e.

Çavkaniyên herêmî jî agahî dan ku hikumet tankên gazê ji Idlibê derbasî Tirkiyeyê dike. Hinek kes jî dibêjin ku navenda dagirtina gazê ya li Edra ya Şamê xirab bûye û divê were çêkirin.

Di meha Remezanê de pêdiviya şêniyan a gazê zêdetir bûye û ev alozî hîna nehatiye çareserkirin. Şêniyên Şamê li hember vê yekê li hev kom dibin û nerazîbûna xwe ya ji ber bihabûna tînin ziman.

ANHA