Serokê meclisa qebîleya El Tey banga yekitiya gelê Ereb û Kurd kir

Serokê meclisa qebîleya El Tey a pêkhateya Ereb zimanê nefretê û provokasyon red kirin û banga yekitiyê li gelên Ereb û Kurd kir.

Serokê meclisa qebîleya El Tey banga yekitiya gelê Ereb û Kurd kir
20 sibat, 2026   02:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Serokê qebîleya El Tey şêx Hesen Ferhan El Tey ji ajansa ANHA’yê re axivî û besha girîngiya yekitiya Kurd û Ereban û rêgirtina li ber zimanê nefretê kir.

Şêx Hesen Ferhan El Tey got: "Di vê pêvajoyê de em dibînin zimanê nefretê tê bikaranîn û hewldanên belaavkirina fitneyan zêde bûne. Tişta em îro ji Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên Sûriyeyê tê xwest in ku em li hemberî zimanê nefretê û provokasyonan helwestê xwe zelal bikin."

Şêx Hesen Ferhan El Tey bal kişand ser civîna rûspiyan ku 17’ê vê mehê li Hesekê hatibû lidarxistin û bi bîr xist di civînê li hemberî dengên ku cûdekariyê dixin navbera pêkhateyan û wan ji hevdû parçe dikin, peyamên xurt hatin dayîn.

`EM DIXWAZIN LI SÛRIYEYÊ BI HEV RE BIJÎN`

Şêx Hesen El Tey li hemberî provokasyon û zimanê nefretê helwesta xwe wiha diyar kir: "Em qebûl nakin tu alî zimanê nefretê û provokasyonên bi kar bîne û têkiliya Kurd û Ereban xira bikin.  Em li vê herêmê yek laş in. Em Ereb, Kurd û Xiristiyan bi he vre dijîn. Di paşeroj û îro têkiliya civakî ya gelê Kurd û Ereb gelekî xurt e û wê siberojê jî têkiliya wan a civakî berdewam bike."

Hesen El Tey destnîşan kir ku têkiliya Ereb û Kurdan xwezayî ye û wiha dewam kir:  "Heyanî roja îro ev têkilî didome. Lê belê li ser medya dijîtal û hinek dezgehên ragihandinê nîşan dikin mîna ku li Sûriyeyê di navbera pêkhateyan şerê navxweyî dest pê kiriye. Ev axaftinên têne kirin ji rastiyê dûr in. Em li Sûriyeyê rast bi hev re dijîn û em ê weke berê her tim aştiyane bi hev re bijîn."

‘KES NIKARE CUDAHÎ BIXE NAVBERA PÊKHATEYAN’

Şêx Hesen di dawiya gotinên xwe de wiha got: "Civaka me li ser sîstema qebîle û êlan birêve diçe. Gelek desthilatdar, şert û mercên Sûriyeyê hatin guhertin lê belê sîstema qebîle û êlan a pêkhateyên herêmê didome. Em dixwazin peyamê bighînin aliyên hewl didin provokasyonan bikin ku zimanê nefretê ji xîtaba dilsoziya bi dîrokê re û hezkirina tevahî gelê Sûrî li hevdû kom dike, ne xurtir e. Kesek nikare mozaîka Sûriyeyê parçe bike û cûdahî têxe navbera pêkhateyên Sûriyeyê. Em zimanê nefretê û hewldanên fitnê û provokasyonan ên medya dijîtal û dezgehên ragihandinê red dikin. Ez bang dikim ku zanebûna civakî pêşbikeve, li şûna parçebuyînê pêkhateyên Sûriyeyê nêzî hevdû bibin û çanda diyalogê belav bikin.”

ANHA