Şêniyên Hesekê li benda çareseriyê ne

Xelkê Hesekê got bazirganan buhayên ke û pelan gelekî zêde kirine û ji aliyên têkildar xwest pirsgirêkê çareser bikin.  

Şêniyên Hesekê li benda çareseriyê ne
Şêniyên Hesekê li benda çareseriyê ne
Şêniyên Hesekê li benda çareseriyê ne
Şêniyên Hesekê li benda çareseriyê ne
20 sibat, 2026   04:55
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Li bajarê Hesekê gel ji ber bihabûna kel û pelan bêzar bûye û xwest ev pirsgirêk were çareserkirin. 

Raxib Xidir bazirganên li bajarê Hesekê rexne kirin û wiha got: “Bazirgan dixwazin sûdê ji meha Remezanê wergirin û li bazarê bihabûn zêde ye. Êdî rewşa şêniyan a madî têrê nake ku bikarin tiştekî bikirin.”

Xalid Mihemed ji bo çareserkirina pirsgirêkê got: “Tevgera li bazarê ne aram e. Gelek bazirgan di meha Remezanê de bi buhayên madeyan dilîzin. Em hêvî dikin ku komîteyên çavdêriyê vê mijarê bişopînin û çareser bikin.”

Fadiya Yûnis jî wiha got: “Rewşa min gelekî zehmet bûye, ez sêwiyan xwedî dikim. Madeyên sereke yên xwarinê gelekî biha bûne û barê min giran bûye.”

Hesen Mistefa jî got: “Kel û pel ji nişkê va biha bûn. Kîloya şekir 7 hezar lîre bû, piştî Remezanê dest pê kir gihaştiye 9 hezar lîreyî. Wê pirsgirêkên me yên aborî zêde bibin û em bi hêvî ne ku di demeke kurt de ev pirsgirêk were çareserkirin.”

ANHA