Li Qamişlo pêvajoya destûrî û hilbijartinên Sûriyeyê hatin nîqaşkirin

Di civîneke diyalogê de li bajarê Qamişlo pêvajoya destûrî, hilbijartinên parlamentoyê yên Sûriyeyê û danûstandinên di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê de hatin nîqaşkirin.

11 îlon, 2025   17:32
QAMIŞLO

Li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya bajarê Qamişlo civîna diyalogê bi sernavê "Sûriyeya nû û parastina pirrengiyê" hat lidarxistin. Di civînê de kesayetên siyasî, rewşenbîrî, wêjeyî û rojnamevan beşdar bûn. 

Di serî de berpirsê Rêxistina Demokratîk a Asûrî Gabrîel Moşî diyar kir ku pêvajoya demkî ya Sûriyeyê ji ber paşguhkirina hêzên siyasî û pêkhateyên Sûriyeyê têk çûye û got: "Danezana destûrî tu carî pirrengiya li Sûriyeyê nahewîne."

Moşî destnîşan kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di qadên aborî û rêveberî de têk çûye û wiha domand: "Em bi hêvî bûn ku qanûn werin rastkirin û danûstandin bi pêkhateyê Sûriyeyê re were kirin da ku danezana destûrî jî were rastkirin û hikumeteke giştî were avakirin."

'EV NE HILBIJARTIN E, EV ERKDARKIRIN E'

Endamê Desteya Serokatiya ENKS'ê Silêman Oso jî diyar kir ku dûrxistin û paşguhkirina partiyên siyasî û pêkhateyên Sûriyeyê xaleke ne erênî ye û got: "Ev yek di komkujiyên berava Sûriyeyê û Siwêdayê de xuya dibe."

Oso diyar kir ku hilbijartinên ku Hikumeta Veguhêz dike pêk bîne, di rastiyê de erkdarkirin in û got: "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya 26'ê Nîsanê destkeftiyeke neteweyî ji bo gelê Kurd e. Ev yekitî ne li dijî tu dewletên derdora me ne û ne li dijî tu pêkhateyên Sûriyeyê ye. Em teqeziyê bi Sûriyeya bedew a xwedî mûzaîk û çareserkirina pirsgirêka Kurd didin."

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û hevseroka şandeya Kurdî ya danûstandinên bi Şamê re Perwîn Yûsif got ku ev hilbijartin derveyî îradeya gelê Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û got: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşeke Sûriyeyê ne."

Piştre beşdaran teqezî bi girîngiya parastina pirrengiya herêmê da û diyar kir ku Hikumeta Veguhêz roleke mezin daye komên çekdar ên ku li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê sûc pêk anîne û ev jî şaşî ye.

Beşdaran her wiha destnîşan kir ku ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê belê tevahiya gelê Sûriyeyê (durzi, elewî û pêkhateyên din) jî hatiye paşguhkirin.

(mh/şx)

ANHA