Bîlançoya birçîbûna li Xezayê derket 411 qurbaniyan

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku li Xezayê bîlançoya kesên ji ber birçîbûnê wefat kirine derket 411 kesan. Di nav wan de 142 zarok hene.

Bîlançoya birçîbûna li Xezayê derket 411 qurbaniyan
11 îlon, 2025   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristyê ya Filistînê ragihand ku li Xezayê ji ber birçîbûnê di nav de zarokek 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha nivisî: “Bi vê daneyê re hejmara şehîdên birçîbûnê derket 411. Jê 142 zarok in.”

Wezaretê destnîşan kiribû ku krîza mirovî li Xezayê li gel dorpêçê û kêmbûna alîkariyên xwarinê û tenduristiyê, aloztir bûye. Wezaretê careke din bang li civata navneteweyî û saziyên xêrxwaziyê kir ku bilez destwerdanê bike.

(şx)