Li Pakistanê avahiyek hilweşiya: 16 kes mirin

Li bajarê Karaçî yê Pakistanê ji ber hilweşîna avahiyekê 16 kes mirin û 13 jî birîndar bûn.

Li Pakistanê avahiyek hilweşiya: 16 kes mirin
19 sibat, 2026   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku tîmên tenduristiyê dane AFP’ê, di saetên sibehê (16 Sibat 2026) de li bajarê Karaçî yê Pakistanê avahiyek ji ber teqînekê hilweşiya, di encamê de jin û zarok jî di nav de, bi kêmanî 16 kesan jiyana xwe ji dest da û 13 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Ajansa Ambulansê ya Herêmî Hesen Xan diyar kir ku avahî ji 3 qatan pêk tê, ji ber sedemên hîna nehatin zanîn, hilweşiya.

Berpirsê şaredariya herêmê Nesrullah Ebasî jî der barê sedemên teqînê de got, li gorî agahiyên destpêkê teqîn ji ber gazê çêbûye û anî ziman ku lêkolîn hîna dewam dike.

Hate zanîn ku lêgerîna li bin kavilan dewam dike.

(bb)