Êzidiyên Efrînê Cejna Xidir Îlyas pîroz kir

Tevî koçberiyê Êzidiyên ji Efrînê yên ku ji warên xwe dûr ketine, li çand û cejnên xwe yên olî xwedî derdikevin û daxwaz kir ku cejna bê li Efrînê pîroz bikin.

Êzidiyên Efrînê Cejna Xidir Îlyas pîroz kir
19 sibat, 2026   15:27
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Civaka Êzidî di hemû cejnên xwe yên olî û civakî de, girêdana xwe ya bi xweazyê re nîşan dide. Ji cejnên Êzidiyan yek jî Cejna Xidir Îlyas anku “Bêxwîn” e. 

Di ola êzdatiyê de Xidir Îlyas kesayetekî nemir e, wekî firîşteyê çandinî û baranê ye. Lewra têkiliya vê cejnê û çandiniyê bi hev re heye.

Rê û resmên vê cejnê dawiya meha çileyê li gorî salnameya rojhilat, dest pê dikin. Roja yekem ji bo şûştin û paqijkirinê tê veqetandin. Di rojên Duşem, Sêşem û Çarşemê de rojiya neferz dikin û xwarinên "bêxwîn" tên çêkirin. Di vê cejnê de serjêkirina sewalan û nêçîr qedexe ne. Pîrozbahiya cejnê jî roja pêncşemê tê kirin.

Li Tirbespiyê Mala Êzidiyan a Efrînê Cejna Xidir Îlyas di nava koçberên efrînî de pîroz kir.

Hevserokê Mala Êzidiyan a Efrînê Silêman Cafer da xuyakirin ku Cejna Xidir Îlyas cejneke pîroz e û hewl didi çanda kurdî ya resen biparêzin û xwedî lê derkevin.

Silêman di dewama gotinên xwe de diyar kir ku hêvî dikin ev cejn bibe cejneke ji bo vegera gelê Efrîn û Şehbayê li ser xaka xwe bi aştî û aramî, bi rêya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji ber ku em bi hêz û şervanên xwe bawer in.

ANHA