NY: Li El Faşirê 'komkujî’ hatine kirin

Mîsyona Lêkolîna Rastiyan a Navneteweyî ya Serbixwe a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî Sûdanê aşkera kir ku li bajarê El Faşir ê li herêma Darfur a Sûdana Rojava kiryarên wekî “komkujî” hatine kirin.

NY: Li El Faşirê 'komkujî’ hatine kirin
19 sibat, 2026   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Bajarê El Faşir di Cotmeha 2025’an de ketibû bin kontrola Hêzên Piştevaniya Lezgîn a paramîlîter ku berê hevkarê artêşê bû.

Di rapora bi sernavê “Li El Faşirê Taybetmendiyên Komkujiyê” de hate diyarkirin ku yekane encama ji çalakiyên Hêzên Piştevaniya Lezgîn were derxistin, “hewla komkujiyê” ye.

Li gorî raporê çalakî van kiryaran di nava xwe de dihewîne; cînayetên etnîk, tundiya zayendî û destdirêjiyên berbelav, wêrankirina jîngehan, bangên aşkera yên hedefgirtina civakên ne Ereb (bi taybetî jî gelên Zafhawa û Fur).

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê diyar kiribû ku di encama êrişên Hêzên Piştevaniya Lezgîn ên di 3 rojên ewil ên meha Cotmehê de li bajêr herî kêm 4 hezar 400 kesî jiyana xwe ji dest daye, herî kêm hezar û 600 kesên ku hewl daye birevin jî hatine kuştin û dibe ku hejmara rastîn zêdetir jî be.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn ji Nîsana 2023’yan ve ye bi artêşa Sûdanê re şer dike. Bajarê El Faşir, piştî dorpêça 18 mehan di 26’ê Cotmeha 2025’an de kete bin kontrola Hêzên Piştevaniya Lezgîn. Mîsyona NY’yê diyar kir ku di dema dorpêçê de li gel birçîhiştin, xizanî û trawmayan bi awayekî sîstematîk hatiye lawazkirin û piştî ketina bajêr jî “3 rojan hovîtiyeke mutleq” pêk hatiye.

Di raporê de komkujî, destdirêjiyên berbelav, îşkence, binçavkirinên kêfî, windakirinên bi darê zorê û bûyerên talankirinê hatine belgekirin. Serokê misyonê Mohamad Chande Othman anî ziman ku sûc, ne binpêkirinên şer ên îzole ne, çalakiyên plankirî ne ku bi koordînasyon û piştevaniya rayedarên pilebilind ên Hêzên Piştevaniya Bilez hatine birêvebirin.

HERÎ KÊM 3 KIRYARÊN KOMKUJIYÊ HATINE KIRIN

Mîsyonê diyar kir ku herî kêm 3 kiryarên komkujiyê hatine kirin:kuştina endamên komeke etnîk a dihat parastin, zirardayîna cidî a yekitiya fîzîkî û zîhnî û ferzkirina bi zanebûnî ya şert û mercên jiyana ku rê li ber tunekirina komê ya qismî yan jî bi temamî.

Pisporê NY’yê Joy Ngozi Ezeilo da zanîn ku li gel belavbûna şer û pevçûnan a li herêma Kordofanê parastina welatiyên sivîl lezgîntir bûye. Di raporê de hişyarî hate kirin ku ger tedbîrên bibandor neyên standin rîska komkujiyeke nû “cidî û mayînde” ye.

KRÎZA MIROVÎ

Di encama şer de ku nêzîkî 3 sal e berdewam dike, bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 11 milyon kes ji cih û warên xwe bûne. NY, rewşa li Sûdanê wek “girantirîn krîza mirovî ya li seranserê cîhanê” pênase dike.

Mîsyona NY’yê ji bo parastina welatiyên sivîl û darizandina berpirsyaran bang li civata navneteweyî kir ku bi lez pêngavan biavêjin.