Li Nîjeryayê 227 xwendekar û mamoste hatin revandin

Li Nîjeryayê çekdaran 215 xwendekar û 12 mamoste ji dibistana Sant Mary ya Katolîk revandin.

Li Nîjeryayê 227 xwendekar û mamoste hatin revandin
22 mijdar, 2025   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Nîjeryayê çekdaran 215 xwendekar û 12 mamoste ji dibistana Sant Mary a Katolîkî revandin. Komeleya Mesîhiyên Nîjeryayê ragihand ku di hefteyekê de ev cara duyemîn e ku xwendekar tên revandin.

Li Nîjeryayê revandina ji bo xwestina fidyeyê pir belav e. Bûyera herî mezin di 2014'an de bû ku çekdarên Boko Heram nêzî 300 xwendekar revandibûn.

Heta niha hikumeta Nîjeryayê tu daxuyanî der barê hejmara qurbaniyan de nedane. Hikumetê biryara girtina hemû dibistanên hundirîn ên herêmê û destpêkirina lêkolînan li nav daristanan da.

Girêdayî wê, çavkaniyeke Neteweyên Yekbûyî (NY) ji AFP’ê re da zanîn ku ew xwendekar ji bo daristanekê li wîlayeta Kaduna hatine birin, ew jî navenda çekdarên rêxistina cîhadîst a "Ansaru" ye.

Piştî daxuyaniya serokê DYA’yê Donald Trump a ku dibêje eger kuştina mesîhiyan li Nîjeryayê bidome ew ê destwerdana leşkerî bike, ev bûyerên revandinê zêde bûn.

Êvara sêşemê jî 2 kes di dêreke li wîlayeteke li rojavayê Nîjeryayê de hatibûn kuştin.

(mh)