Şêniyên Girkê Legê 2 bîran dikolin

Şêniyên bajarê Girkê Legê bi çavdêriya Şaredariya Gel û hemahengiya Daîreya Avê dest bi kolandina 2 bîran kir.

Şêniyên Girkê Legê 2 bîran dikolin
22 mijdar, 2025   11:50
QAMIŞLO

Bi armanca zêdekirina jêderên avê da ku bi awayekî baş bigihêje taxan, şêniyên bajarê Girkê Legê bi çavdêriya Şaredariya Gel û bi hemahengiya Daîreya Avê dest bi kolandina 2 bîran kir.

Bîr li nêzî stasyona Sefan a avê ya li bakurê rojavayê bajarê Girê Legê yê kantona Cizîrê ne ku jêdera sereke ya ava bajar e, tên kolandin.

Der barê mijarê de şêniyê bi navê Ebas Emoka diyar kir ku ev xebat di çarçoveya hewldanên wan ên bi armanca bihêzkirina şebekeyên avê li bajar de tê kirin û got: "Armanca kolandina her du bîran ew e ku av bi awayekî baş, birêxistinkirî û domdar bigihêjin taxan."

(bb)

ANHA