Dewriyeyeke Îsraîlê careke din ket gundewarên Quneytîrayê

Dewriyeyeke hêzên Îsraîlê ket gundewarên li başûrê Quneytîrayê.

 Dewriyeyeke Îsraîlê careke din ket gundewarên Quneytîrayê
22 mijdar, 2025   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeyeke hêzên Îsraîlê ku ji 2 tanak û 2 wesayîtan leşkerî pêk tê, ji girê Ehmer ê li rojava ber bi girê Ehmer ê li gundewarên li başûrê Quneytîrayê ve bi rê ket.

Ev tevger di çarçoveya çalakiyên leşkerî yên domdar ên Îsraîlê yên li başûrê Sûriyeyê de têne kirin. Li hemberî van tevgeran hêzên hikumeta veuhêz a Sûriyeyê tu bersiveke fermî nedaye.

(bb)