Li Nepalê hejmara miriyan gihîşt hezar û 114'an

Li Nepalê ji ber lehiyê hezar û 114, li Tîbetê jî 16 kes mirin. Her wiha 4 hezar û 462 kes jî winda ne.

Li Nepalê hejmara miriyan gihîşt hezar û 114'an
2 îlon, 2026   10:26
 NAVENDA NÛÇEYAN

Bîlançoya lehiya li Nepalê giran dibe ku li ser sînorê Çînê rabû. Li gorî bîlançoya demkî ya Saziya Rêveberiya Rewşa Lezgîn a Nepalê ku roja Çarşemê eşkere kir, li welêt  hezar û 114 kesî jiyana xwe ji dest dane, 3 hezar û 916 kes jî winda bûne.

Çapemeniya dewletê ya Çînê jî ragihand ku li herêma Tîbetê 16 kes mirin, 546 kes jî winda bûne. Bi vî rengî hejmara qurbaniyan gihîşt hezar û 130 kes û 4 hezar û 462 kes jî winda ne. Hate ragihandin ku li Hindistanê jî cenazeyên 17 kesî ji çem hatiye derxistin ku li ber ava lehiyê ketibûn.

Karesata lehiyê piştî erdheja sala 2015'an a li Nepalê ku 9 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, bû karesata herî giran a xwezayî.