Li Hewlêrê 10 drone hatin xistin

Dije Terora Kurdistanê (PDK) ragihand ku di danê sibehê de hêzên Hevpeymaniyan 10 droneyên xwekuj li asîmanê Hewlêrê xistin xwarê.

Li Hewlêrê 10 drone hatin xistin
2 îlon, 2026   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişa DYA’yê ya li ser Îranê, rejîma Îranê jî welatê Kendavê Urdun, Kuweyt, Behreyn û her wiha Herêma Kurdistanê bombebaran kir.

Dezgeha Dije Terora Kurdistanê (ya ser bi PDK) bi daxuyaniyekê agahiyan li ser êrişên saetên zû yên sibehê li ser sînorê parêzgeha Hewlêrê hatî pêkanîn belav kir.

Hate ragihandin ku di navbera saetên 01:13 heta 03:31’an de hêzên Hevpeymaniyê 10 droneyên xwekuj li asîmanê parêzgeha Hewlêrê xistin xwarê.

Li gorî daxuyaniyê di encama êrişan de ti ziyanên canî çêenbûne.

Her wiha Artêşa Pasdaran a ser bi rejîma Îranê jî ragihandibû ku çend navçeyek li parêzgeha Hewlêrê hedef girtin.