Dan û standin birêveneçûn dîsa li şer vegeriyan

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îran dîsa li şer vegeriyan û ev du roje bi dijwarî navendên leşkerî û komplêksên deryayî bombebaran dikin.

Dan û standin birêveneçûn dîsa li şer vegeriyan
2 îlon, 2026   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) roja sêşemê raghand ku wan cihê parastina hawayî, sîstema radar, kompleksên deryayî, hêzên çandina mayînan û raghandinê yên Pasdarên Şoreşê yên Îranê bobme baran kirine.

Dezgehên çapemeniya Îranê raghandin ku DYA`ê li Îranê çend cih hedefgirtine û ji wan cihan yek jê nêzî tengava Hurmuzê ye.

Îranê jî raghand ku wê cihên DYA`ê yên li Urdun û Iraqê hedef girtiye, dezgehên çapemeniyê yên Îranê got Îran li Behreyîn jî cihên DYA`ê hedef girtiye.

Hêzên Çekdar ên Urdunê got wan bi rêya sîstema parastina hawayî 10 moşekên balîstîk ên Îranê bê bandor kir 3`ê jî li herêmên dûr ketine xwarê. Behreyîn jî raghand ku wan dronên Îranê anîne xwarê.

Pasdarên Şoreşê yên Îranê raghand ku bi moşek û dronan wan êrîşî baregehên DYA`ê yên li Hewlêr a Başûrê Kurdistanê kiriye û Amerîkî hatine kuştin. Rayedarên Iraqê û DYA`ê têkildarî van êrîşan tu daxuyanî nedan. Reuters got berpirsên Amerîkî agahî dane ku li Urdunê hêzên wan birîndar nebûne.

Heyva Sor a Îranê got di encama bombebarana nêzî bajarê peravê yê Sirik li ser tengava Hurmuzê di dawetekê de 5 kes hatine kuştin û 50 jî birîndar bûne. Ajansa Mehr got yek ji wan kesên hatine kuştin zaroke û temenê wî 4 salî ye. Ajansa Nûçeyan a Îranê (IRNA) li gorî berpirsekî herêmî got hejmara birîndaran bûye 68 kesî.

Wezareta karên derve ya Îranê ji bo DYA`ê got sûcên hovane dikin û ew ê bersiv bidin êrîşan. Her wiha diyar kir ku lêkolînên DYA`ê ji bo hedefgirtina dibistaneke li bajarê Mînab hîna negihîştiye encamê, Rueters jî têkildarî vê mijarê got du çavkaniyan ji wan re raghandiye dibe ku DYA`ê Ii gorî belgeyên kevn ên di destê wan de dibistan hedef girtine.

(np)

ANHA