Li Munîh, Parîs û Washingtonê piştgiriya Rojava

Li bajarê Munîh ê Almanyayê, banliyoyeke herêma Parîs a Fransayê û bajarê Washington ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li dijî êrişên li ser Rojava çalakî hatin lidarxistin.

Li Munîh, Parîs û Washingtonê piştgiriya Rojava
23 ÇILE, 2026   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (22 Çile) li bajarê Munîh ê Almanyayê di saet 16.00’an de li qada Zanîngeha Geschwesterscholl ji bo piştevaniya bi Rojava re mîtîngek hate lidarxistin.

Ji her çar parçeyan Kurdistanî û dostên wan ên Alman tevlî çalakiyê bûn û nerazîbûn nîşanî êrişan dan.

Di mîtîngê de hate xwestin ku êrişên li ser gelê Kurd bên rawestandin û destkeftiyên li Rojava bên parastin.

Di tevahiya çalakiyê de peyamên piştevaniya bi gelê Rojava re hatin dayîn û bang hate kirin ku ti kes li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne.

Çalakvanan diyar kir ku ew ê têkoşîna li dijî êrişên li ser Rojava mezin bikin û piştevaniyê bidomînin.

Her wiha ji bo meşa mezin a ku wê 24’ê Çileyê roja Şemiyê were lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.

PARÎS

Li herêma Saint-Genevieve ya paytexta Fransa Parîsê ji bo piştevaniya bi Rojava re meşek hate lidarxistin û gelek kes beşdarî meşê bûn.

Meş li ber Lokantaya Mani bi mîtîngê bi dawî bû. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Rojava ji bo mirovahiyê hêviyeke hevpar e û hate diyarkirin ku divê statuya azad û xweser a Rojava were naskirin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên Kurdî hatin berzkirin. Di meşê de dirûşmeyên “Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e” û “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” derketin pêş.

WASHINGTON

Li bajarê Washington ê DYA’yê Kurd û dostên wan ji bo Rojava seferber bûn û bang li senato û hikûmetê kirin ku li dijî êrîşên li ser Rojava rawestin.