Îsraîl dê deriyê ‘Refah 2’ veke

Îsraîlê amadekariyên nû ji bo xebitandina deriyê Refahê pêk tîne, li ser bingeha rêveberiya hevbeş a Ewropî-Filistînî ya deriyê sereke û çavdêriya ewlehiyê ya Îsraîlê ya ji dûr ve. Her wiha amadekariya ji bo vekirina deriyekî nû yê rasterast di bin kontrola Îsraîlê de dike.

Îsraîl dê deriyê ‘Refah 2’ veke
23 ÇILE, 2026   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Weşanê ya Îsraîlê aşkera kir ku Îsraîlê planên xwe yên ji bo xebitandina deriyê Refahê temam kirine. Her wiha amadekariya avakirina deriyekî din bi navê "Refah 2" dike. 

Deriyê nû dê rasterast di bin kontrola Îsraîlê de be, di heman demê de deriyê sereke dê ji hêla Mîsyona Alîkariya Sînor a Yekitiya Ewropayê ve were birêvebirin, bi beşdariya xebatkarên ji Servîsa Îstîxbarata Giştî ya Desthilata Filistînê.

Der barê heman mijarê de çavkaniyan ragihand ku planên ji bo xebitandina derî hatine temamkirin û vekirina wê dikare di nava 48 setan de piştî pejirandina fermî pêk were.

Ev yek di çarçoveya qonaxa duyemîn a lihevkirinan de pêk tê.

Di heman demê de, nivîsgeha serokwezîrê Îsraîlê li ser zimanê çavkaniyeke siyasî ragihand ku Kabîneya Ewlekariyê dê hefteya bê mijara vekirina deriyê Refahê, her wiha dosyaya vegerandina cenazeyê leşkerê dawîn ê Îsraîlî yê ku li Xezayê dîl hatiye girtin Ran Goili, nîqaş bike.

(k)