Keskîn Bayindir: Em ê bi dewleta Tirk bidin fêmkirin ku gelê Kurd yek e

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir got: “Em ji roja destpêkê heta niha bang dikin, li Rojava dengê tang û topan, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê stranên aştiyê nayên gel hev. Ji ber vê yekê em ê bi hemû hêza xwe, çalakbûn û berxwedana xwe dewleta Tirkiyeyê û hikumeta Tirkiyeyê bigihînin vê ferqê ku gelê Kurd yek e.”

Keskîn Bayindir: Em ê bi dewleta Tirk bidin fêmkirin ku gelê Kurd yek e
23 ÇILE, 2026   11:14
QAMIŞLO

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ku di nava şandeya DEM Partiyê û saziyên Bakurê Kurdistanê de hat Rojava, li ser êrişên hovane yên li ser gelê Rojava û bertekên li dijî êrişan ji ajansa me re axivî. 

Keskîn Bayindir diyar kir ku bi rojane gelê Bakur û Tirkiyeyê ji bo piştgiriya gel û berxwedana Rojava li ser piyan e û wiha axivî: “Me xwest demildest di vê dorpêçê de li hemberî van êrişên hovane yên li ser gelê me û statûya Rojava, xwe bi lezgîn bigihînin Rojava. Em li vê derê ne, emê heta dawiyê, heta serkeftinê, heta azadiyê piştgiriya gel û statûya Rojava bikin. Weke şande peyama me ya herî girîng ji tevahî cîhanê re ev e. Ji duh û heta niha di hevdîtinên me de me dît hêvî û bendewariyên gelê me yê Rojava jî bi taybet gelê me yê Bakur û Tirkiyeyê ye. Bi rojane em li ser sînoran û li kolanan e, li ber xwe didin. Lê divê em hîn zêdetir dengê xwe bilind bikin û piştgiriyê bidomînin.”

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku di van mercên zehmet de di planên herêmî û navnetewî de yê herî berbiçav ku çarenûsa gelê Kurd diyar bike ewe bi milyonan bi ruhê Kobanê xwedî li Rojava derkevin û wiha got: “Bangawaziya me ji bo gelê me yê çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û cîhanê ev e. Ji Şamê û Tiriyeyê li ser ragihandinê gelek agahiyên dezerformasyon tên dayîn. Ragihandina herî dirûst a Rêveberiya Xweser û Rojava ye. Em ragihandina Rojava bişopînin û li gorî wê tev bigerin. Heta niha çend caran peyman di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de hatin îmzekirin. Lê hikumeta şamê bi piştgiriya dewleta Tirk peyman bi cih neanîn.”

Keskîn Bayindir bal kişand ser nakokiyên dewleta Tirk ên li Bakur ku qala aştiyê dikin û êrişên li ser Rojava û axaftinên xwe wiha berdewam kir: “Zarokên heftsalî jî di ferqa nakokiyên gotinên hikumeta Tirkiyeyê de ne. Li vir li ser gelê me yê Rojava, li ser birayê me plan û projeyên qirkirinê tên kirin, bi tang û topan û çekên giran, bi êrişên hovane êriş dikin. Li Bakur qala aştiyê dikin. Kes bawer nake. Ev siyaseteke dirûtiyê ye. Herkes divê di ferqê de be, gelê Kurd di vê ferqê de ye. Ji ber vê ye ku gelê Bakur û Tirkiyeyê li ser piyan e. Em ji roja destpêkê heta niha bang dikin, li Rojava dengê tang û topan, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê stranên aştiyê nayên gel hev. Ji ber vê yekê emê bi hemû hêza xwe, çalakbûn û berxwedana xwe dewleta Tirkiyeyê û hikumeta Tirkiyeyê bigihînin vê ferqê ku gelê Kurd yek e. Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û Tirkiyeyê ferqa wê tune ye. Bi ruhê netewî tev digre. Êşa gelê me yê Rojava êşa Bakur, Başûr û Rojhilat e. Ji ber vê yekê emê li ser derê ber xwe bidin.”

Keskîn Bayindir da zanîn ku hewldanên dîplomatîk ên Rêveberiya Xweser nerm in û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Dîplomasiya Rojava heta niha bi awayekî nerm, bi hesab û kitabên dirust tev geriyaye. Heta niha rê ji êrişên herî mezin re girt. Bila hikumeta Tirkiyeyê vê dîplomasiya nerm şaş fêm neke. Gelê Kurd ne lewaz e. Ne ji bo lewazbûnê dîplomasiyek nerm dimeşîne. Ji ber ku dixwaze bê kuştin, bê şer, bê qirkirin bi rêyên diyalogê ev bê çareserkirin. Bingeha wê jî statûya gelê Kurd e. Hebûna gelê Kurd e. Eger ev pêk neyên, eger li hemberî banga diyalogê şer li me bê ferzkirin, hilweşandina statûya me li me ferz bikin, emê li her derê li ber xwe bidin. Weke Bakur, Başûr, Ewropa û tevayî cîhanê li ber xwe bidin. Bila gelê me ji xwe bawer be, cewhera gelê me têkoşîna me ya 50 salan e. Me gelek zehmetî derbas kir, lê dawiyê azadî, serkeftin û statû be.”

(bî-jh/fr)

ANHA