Mîhrîcana Osman Sebrî bi nirxandina rewşa şanoyê û xelatdayînê bi dawî bû

Di roja dawî ya Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî de panela  têkildarî rewşa şanoyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Di panelê de hate destnîşankirin ku bi şoreşê re wan gavên mezin ji bo qada şanoyê avêtin, lê niha tişta pêwîst ew e ku aliyên peywendîdar û şanoger wê qadê bi pêş bixin. Mîhrîcan bi ragihandina berhemên serkeftî bi dawî bû.

5 mijdar, 2025   21:00
QAMIŞLO

Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî ya 8ˊemîn a ku ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat lidarxistin, îro, di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.

Mîhrîcan li hola Navenda Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) ya li Qamişloyê hat lidarxistin. Rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, xwendekarên beşa şanoyê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo tev li mîhrîcanê bûn.

Di çarçoveya roja sêyemîn a mîhrîcanê de têkildarî “Rewşa Şanoyê li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê” paneleke hate lidarxistin. Panel ji aliyê hevserokê Komîna Şanoyê ya Kantona Cizîrê ve mederator Kawa Fetah ve, tevî beşdariya şanonivîs û şanogerên bi navê Ebdulqadir Ebûd, Beşîr Mele Newaf û hevseroka Komîna Şanoyê ya kantoan Cizîrê Rûmet Beko ve, hat birêvebirin.

Beşîr Mele Newaf diyar kir ku "Şano diyardeyeke biyanî ye, hem wêjeyî hem jî hunerî ye. Şano ji Yewnanistana kevin derbasî herêmê bûye. Derfet hebû ku Kurd vê hunerê veberhêner bikin, lê ji ber Osmaniyan ev derfet ji destê Kurdan çû, şano derketin, lê tevî zimanê Kurdî li pêş bû, ew baş nedomiya. Di pêvajoya Şoreşa 19`ê Tîrmehê de dema derbasî Navenda Çandê ya li bajarê Amûdê bûm gelek hestiyar bûm.  Zihniyeta kevneperest hişt ku ew encamên herî tarî bibînim û gelek êşên mezin jiyan bikim."

Beşîr Mele Newaf destnîşan kir ku "Derketina Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji bo me bû şansek û bû alîkar ku bal bê kişandin ser qada çand û hunerê. Ji bo ku em karibin tecrubeyan bi kar bînin, piştgiriyeke madî û manewî tê xwestin, peymangehên çand û hunerê yên ku hatine vekirin, ji bo pêşxistina qadên hunerî baş in. Divê em vê hunerê bikin wesîle û li hemberî hişmendiya dagirkeran derkevin. Ji bo hezkiriyên şanoyê bên çêkirin divê çalakiyên şanoyan zêde bibin."

Rûmet Beko jî bal kişand ser pirsgirkên ku şanoger tê re derbas dibin û anî ziman ku "Rewşa şanoyê ya niha ji ya destpêka şoreşê cudatir e. Destpêkê coşeke hebû, gaveke pir baş hate avêtin, gelek festîval hatin çêkirin, lê niha ne mîna yê gavên destpêkê ye. Êrişên ku li dijî herêmê pêk hatin bûn sedem ku ew nikaribin qada şanoyê bi pêş bixin, bi taybet di milê madî de. Ji ber destpêkê berhemên şanoyê yê bi zimanê Kurdî tune bûn, ew neçar bûn ku berê xwe bidin wergerandina berhemên ji zimanên din. Divê di aliyê sîneyaroyan de em gaveke baş biavêjin û tenê di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nemînin."

Ebdulqadir Ebûd ê ji bajarê Reqayê koçî bajarê Til Birakê kiriye, behsa bîranîna xwe kir û diyar kir ku piştî ku hate herêmê û di nava şoreşê de jiyan kir, ew li gorî tişta ku dixwaze şanoyek çêkir, tê de lîst û bandora wê şanoyê li ser cemaweran dît. Ebdulqadir Ebûd destnîşan kir ku "Beriya şoreşê ne weke niha ye, berê çênedibû ew derkevin ser dikan. Heke bibûya jî divê navendên girêdayî dewletê erê bikirana. Carnan nedihatin qebûlkirin, lê ger bihata qebûlkirin jî wê hinek beş jê hatibana rakirin. Rêveberiya Xweser piştgiriyê dide, divê şanoger daxwazên xwe bînin ziman da ku bigihîjin armancên xwe yên pêşxistina qadê."

Beşdaran jî diyar kirin ku tişta ku niha ew di nava qadên hunerî yên şoreşê de dibînin, matmayî dibin, ji ber qutkirin heye, di festîvalan de cewmawer kêm dibin. Divê çalakiyên şanoyê zêde bibin. Di hin aliyan de lîstikvan jî ji şanoyan qut dibin. Asta heyî ne asta ku tê xwestin e, divê ji aliyê şanogeran û aliyên peywendîdar ve bê bipêşxistin.

Piştre bi sînevîzyonekê endamên komîteya nirxandinê hatin nasandin; ji beşê Kurdî nivîskar û rojnamevan Kemal Necim, wêjevan û şanonivîs Beşîr Mele Newaf û derhênerê şanoyê Umran Yûsif, ji beşa Erebî jî nivîskar û helbestvan Omîd Ebdo, şanoger Adil Îsmaîl (Ewropa), şanonivîs, derhêner û lîstikvan Gezîza Umer Elî (Başûr). Komîteya nirxandinê navên berhemên ku di pêşbirkê de bi ser keftine ragihandin.

Kesayet û komên ku di bernameya mîhrîcanê de cih girtin, ên bi navê Koma Pale, Koma Reqayê ya Şanoyê, Ferhad Seyda, Ebdulmecîd Xelef, Beşîr Mele Newaf, Ebdulsemed Mehmûd, Ebdulqadir Ebûd, Kawa Fetah û Rûmet Beko bi spasnameyekê hatin xelatkirin û endamên komîteya nirxandinê jî hatin xelatkirin.

Di beşa Kurdî de asta yekemîn berhema `Bûka Lastîkî` Sewsen Şêx Bekir a ji bajarê Kobanê, di asta duyemîn de berhema `Rastiya Daristanan` Alan Ebdullah ê ji bajarê Qamişloyê û di asta sêyemîn de berhema `Kedên Rojê` Sadiq Berekat ê ji bajarê Kobanê bi ser ketin.

Di beşa Erebî de tenê berhemê `Rihyah El Elem (bayê êşê)` Ebdulcabir Hebîb ê ji bajarê Qamişloyê di asta yekemîn de hate xelatkirin.

Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî ya 8ˊemîn a ku 3`yê Mijdarê dest pê kiribû, îro bi xelatkirina berhemên ku bi ser ketine bi dawî bû.

Li gorî agahiyên komîteya amadekar dê berhemên ku bi ser ketine, ji aliyê wan ve werin çapkirin û belavkirin.

(ej-sb/fr)

ANHA