Li komînek Dêrikê perwerdeya tenduristiyê hat vekirin

Komîteya Tenduristiyê ya komîna Taxa Sor a bajarê Dêrikê, ji bo 30 şêniyên taxê dewreyek perwerdeya tenduristiyê vekir.

Li komînek Dêrikê perwerdeya tenduristiyê hat vekirin
Li komînek Dêrikê perwerdeya tenduristiyê hat vekirin
Li komînek Dêrikê perwerdeya tenduristiyê hat vekirin
Li komînek Dêrikê perwerdeya tenduristiyê hat vekirin
Li komînek Dêrikê perwerdeya tenduristiyê hat vekirin
Li komînek Dêrikê perwerdeya tenduristiyê hat vekirin
Li komînek Dêrikê perwerdeya tenduristiyê hat vekirin
31 tebax, 2025   11:42
QAMIŞLO

Komîteya Tenduristiyê ya Komîna Şehîd Selah li taxa Sor a bajarê Dêrikê dewreyek perwerdeya tendurisiyê vekir.

Dewre dê mehekê dewam bike û 30 şêniyên taxê tev lê bûn. Endamên dewreyê ji aliyê bijîşkekî pispor ve têne perwerdekirin.

Her roj saetekê endamên dewreyê der barê dermankirina lezgîn, rewşên awarte yên wekî xeniqandin, şewitandin û bûyerên din de, têne fêrkirin.

Ji rêveberên Komîteya Tenduristiyê ya Komîna Şehîd Selah û yek ji beşdarên perwerdeyê Ferhad Hesen got, "Ji ber ku hişmendiya tenduristiyê pêwîstiyeke bingehîn e me ev perwerde da destpêkirin. Ji her kesî tê xwestin ku ji bo her rewşek awarte amade be û em vê hişmendiyê li her malekê belav bikin. "

Jînda Osman ku tev li dewreyê bûye diyar kir ku armanca tevlêbûna wê xizmetkirina civakê ye û got, "Em her sibeh ji bo perwerdeyê tên, ji ber ku perwerdeya tenduristî ji bo her kesekî di civakê de pêdiviyek girîng e."

Rola komînên Dêrikê ne tenê aliyê tenduristiyê ye, lê warên din ên xizmetguzariya civakê digire nava xwe. Wek paqijiyê, rewşenbîrî, alîkarîkirina şêniyan di kar û barên wan ên rojane û belgeyên fermî de.

Li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê 22 komîn hene. Endamên rojane ji saetên sibehê heta danê nîvro di xizmeta civakê de ne. Da ku komîn bikaribe civakek hişmendîtir û hevgirtîtir ava bike.

(k)