HPG: Êrîşên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê didomin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) ragihand ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker  ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

HPG: Êrîşên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê didomin
31 tebax, 2025   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) bi  daxuyaniyeke derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên navbera 8-31'ê Tebaxê yên li ser hêzên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ev agahî hatin dayin:

"8'ê Tebaxê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 4 caran bi çekên giran hate bombekirin.

9'ê Tebaxê dagirkeran hewl dan li cihekî nû yê li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê ya herêma Metîna bi cih bibin û bi çekên giran bombe li tunelan barandin. Bi teknîkê dest li dagirkeran hate werdan.

11'ê Tebaxê Qada Deşta Kafya ya herêma Garê 5 caran bi çekên giran hate bombekirin.

18 û 19'ê Tebaxê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê ya li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 3 caran bi çekên giran hate bombekirin.

Di navbera 8 û 31'ê Tebaxê de ÎHA û SÎHA bi rengekî zêde li ser herêmên Zap, Metîna, Xakurkê, Garê û Qendîlê geriyan û keşif kirin."