Hat îdiakirin ku berdevkê "Ketaib El Qesam" hatiye kuştin

Balafirên şer ên Îsraîlê êrişeke asîmanî li ser avahiyeke li taxa El Rêmal a bajarê Xezayê pêk anî. Tel Avîvê ragihand ku êriş li dijî berdevkê "Ketaib El Qesam" Ebû Ubeyda, pêk hat. Li gorî agahiyan bi dehan kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Hat îdiakirin ku berdevkê "Ketaib El Qesam" hatiye kuştin
31 tebax, 2025   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Îsraîlê êrişî avahiyekê li taxa El Rêmal a bajarê Xezayê pêk anîn. Medyaya Îsraîlê ragihand ku armanca êrişê berdevkê "Ketaib El Qesam" Ebû Ubeyda bû.

Berpirsekî Îsraîlê ji medeyaya xwecihî re got ger Ebû Ubeyda li cihê êrişê be, dibe ku ew jî hatibe kuştin.

Hamasê êriş şermezar kir û diyar kir ku êriş li dijî avahiyeke qerebalix hatiye kirin, ku di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûne.

Çavkaniyên herêmî destnîşan kir ku dibe ku Ebû Ubeyda di nav kuştiyan de be.

(k)