Li kantona Firatê amadekariyên serjimariyê

Nivîsgeha Plankirin û Serjimariyê ya kantona Firatê amadekariya serjimariyeke berfireh li kantonê dike.

Li kantona Firatê amadekariyên serjimariyê
Li kantona Firatê amadekariyên serjimariyê
Li kantona Firatê amadekariyên serjimariyê
Li kantona Firatê amadekariyên serjimariyê
Li kantona Firatê amadekariyên serjimariyê
18 tebax, 2025   15:48
KOBANÊ

Nivîsgeha Plankirin û Serjimariyê ya kantona Firatê, li ser bingeha amadekariyên pêkanîna serjimariyê de, îro li bajarê Eyn Îsayê civînek giştî li dar xist.

Civîna li hola civînan a Meclisa Bajarê Eyn Îsayê hat lidarxistin. Hevserokên komînan û tîmên ku ji hêla meclisê ve ji bo serjimêriyê hatine destnîşankirin tev li civînê bûn.

Hevserokê Nivîsgeha Plankirin û Serjimariyê ya kantona Firatê, Mesûd Bozî, di civînê de awayên dagirtina kaxizan û xistina agahiyên tên xwestin, bi zelalî şîrove kirin.

Bozî diyar kir ku serjimarî dê di 30`ê Tebaxê de tenê ji bo rojekê dest pê bike.

Piştre, kesên ji bo serjimariyê hatine erkdarkirin sond xwar ku xebatên xwe bi awayekî zelal û durist pêk bînin.

Hevserokê Nivîsgeha Plankirin û Serjimariyê ya kantona Firatê Masûd Bozî ji ajansa me re da zanîn ku armanca serjimêriyê ew e ku der barê hemû bajar û bajarokên kantonê de agahiyên têker peyda bikin da ku li gorî wan agahiyan planên siberojê werin danîn.

(k)