Komîteya Jinan a Desteya Perwerdeyê civîna salane li dar xist

Komîteya Jinan a Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Reqa civîna salane ya girêdayî sala xwendinê 2024-2025’an lidar xist. Di civînê de pirojeyên perwerdeyê yên  sala were hate nîqaşkirin. Ji bo pêşxistina rola jinan di saziya perwedeyê û dibistanan de hate nirxandin lidarxistina civînê gaveke girîng e.

18 tebax, 2025   16:39
REQA

Komîteya Jinan a Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Reqa civîna salane bi diruşma “Jinên mamoste rola bingehîn di avakirina civakê de pêk tîne” lidar xist. 

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, gelek mamoste û rêveberiyên Desteya Perwerdeyê, her wiha koordînasyonên bajaran beşdarî civînê bûn.

Civîna li salona Desteya Perwerdeyê ya li bajarê Reqayê hate lidarxistin. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. 

Paşê Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman axivî, geşedan û pêşketinên siyasî yên li Sûriyeyê nirxandin.

Leyla da zanîn ku Sûriyê di hevsengeyên navneteweyî de cihekî wê stratejîk heye, lewma aramiya li Sûriyeyê dê bandorê li tevahî herêmê bike. 

Leyla di berdewama axaftina xwe de rewşa niha ya li Sûriyeyê bibîr xist û ev tişt anî ziman: “Bi ketina rêjîma Esed re, her kes kêfxweş bû. Lê bi avakirina hikûmeta veguhêz re gavên yekalî û keyfî hatin avêtin. Tu pêkhate beşdar nekirin. Ev bû sedema parçebûna di nava civakê de. Peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û serokê hikumeta veghêz ê Sûriyeyê wekî riya xelasiyê hate imzekirin. Ji ber di bendên wê de nûnertiya hemû pêkhateyan heye. Di heman demê de zemîna aramiya Sûriyeyê diyar dike.”

Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman di dawiya axaftina xwe got ku bêyî danûstandina ku hemû gelê Sûriyeyê bîne cem hev, avakirina dewleteke sivîl ne pêkane.

Paşê Endama Rêveber a Desteya Perwerdeyê Zehra El Şêx Hesen axivî û bal kişand ser rola jinan di desteya perwerdeyê de û ev tişt anî ziman: “Mamosteyên jin roleke sereke di fêrkirin û perwerdekirina civakê de dilîzin.” 

Di berdewama civînê de sinevizyonek li ser xebatên Desteya Perwerde û Fêrkirinê di sala derbasbûyî de hate pêşandan. Di dawiya civînê de encamnameya civînê hate xwendin. Di nav de vekirina bexçeyeke zarokan bi destpêkirina sala nû ya xwenidnê re, her wiha lidarxistina civînên jinan di dibistanan de.

(dc/şx)

ANHA